Malbata Durdu ê bi guleya leşkeran hatibû qetilkirin serî li baroyê da

  • rojane
  • 12:39 24 Çile 2025
  • |
img
WAN - Welatiyê bi navê Seyîthan Durdu li navçeya Seravê ya Wanê bi guleya leşkeran hatibû qetilkirin. Malbata Durdu, ji bo alîkariya hiqûqî serî li Baroya Wanê da. 
 
Welatiyê bi navê Seyîthan Durdu (40) li navçey Seravê ya Wanê di encama gulebarana leşkeran de jiyana xwe ji dest da. Malbata Durdu, ji bo alîkariya hiqûqî serî li Baroya Wanê da. Birayê Durdu, Tarik Durdu diyar kir ku li dijî binpêkirinên serî li baroyê dane û daxwaza piştevaniyê dikin. Baroya Wanê jî got ku ji bo binpêkirina mafê jiyanê bêceza nemîne dê pêvajoyê bişopînin. 
 
ÇI BÛBÛ?
 
Welatiyê bi navê Seyîthan Durdu ku li gundê Avzêrkê yê navçeya Seravê ya Wanê dijî, di 28’ê Kanûna 2024’an di encama gulebarana leşkeran de hate qetilkirin. Biryara nepeniyê ya ji bo dosyaya Durdu hatiye dayin hêj didome. Di çarçoveya lêpirsînê de serpelê bi navê Y.A., hate binçavkirin û di 1’ê Çileyê de ji ber sûcê “Kuştina qesdî” hate girtin. Li ser îtîraza parêzerî, serpel Y.A. hefteyek piştre hate berdan. Parêzerê Durdu li dijî biryarê îtîraz kir.