HSD’ê bîlançoya 24 saetên dawî eşkere kir

  • rojane
  • 11:41 23 Çile 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Ragihandina HSD’ê bîlançoya şer a 24 saetên dawî eşkere kir. HSD’ê, got: “Di şer û pevçûnên duh ên li gundewarên rojhilat û başûrê Minbicê de 14 çete hatin kuştin.” 

Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Navenda Ragihandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî şer û pevçûnên duh li gundewarên rojhilat û başûrê Minbicê qewimîn, daxuyaniyeke nivîskî weşand. 
 
Li gorî nûçeya ANHA’yê; HSD’ê ev agahî parve kir: 
 
“Li eniya başûr û rojhilatê bajarê Minbicê hêzên me bersiva êrişên çeteyên dewleta Tirk ên bi piştgiriya balafirên şer û balafirên bê mirov tên kirin, dan. Di encamê de 14 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin. Duh, Çarşemê, komeke çeteyên artêşa Tirk a dagirker hewl dan li Girê Syriatelê bikevin çeperên hêzên me. Hêzên me bersiva wan dan û çeteyek hate kuştin û yên mayî jî reviyan.
 
Her wiha hêzên me li gundên Ebû Qelqel, Til Erş û Qelaat Necmê jî çalakî li dar xistin û di encama çalakiyan de 10 çete hatin kuştin û hejmarek jî birîndar bûn. Her wiha yekîneyên Şehîd Harûn gelek çalakî li dijî kombûnên çeteyên dewleta Tirk a dagirker li dar xistin û di encamê de 3 çete hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn. 
 
Balafirên şer ên dewleta tirk a dagirker gundên Bîr Hesen, depoyên genim ên Sirînê, Pira Qerqozaqê, El Tîna û Ceada, derdora bendava Tişrînê û eniyên başûr û rojhilatê Minbicê bombebaran kirin.”