HSD’ê bîlançoya şer û pevçûnên dawî eşkere kir

  • rojane
  • 16:18 24 Kanûn 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - HSD’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya şer û pevçûnên dawî eşkere kir. HSD’ê got ku di pevçûnan de bi dehan endamên koma paramîlîter a SMO’yê hatine kuştin, panzêrek û 2 wesayîtên doçkabarkirî hatine rûxandin. 

Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter a SMO’yê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Hêzên Sûriyeyê Demokratîk (HSD) jî li dijî van êrişan berxwedaneke mezin raber dikin. Navenda Ragihandinê ya HSD’ê têkildarî şer û pevçûnên dawî daxuyaniyeke nivîskî weşand. 
 
HSD’ê di daxuyaniyê de wiha got: 
 
“Çeteyên dewleta Tirk a dagirker vê sibehê êrişî gundê Qebir Îmo yê li rojhilatê bajarê Minbicê kirin. Şervanên me bersiva êrişan da û şerekî giran di navbera hêzên me û çeteyan de rû dide. Li herêma Pira Qereqozaqê jî hêzên me erebeyeke çeteyên dewleta Tirk a dagirker teqand. Di encamê de 2 çete hatin kuştin. Di heman demê de balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker çarxerêya bajarê Sirînê bombebaran kir.
 
Li eniya Bendava Tişrînê jî şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê êrişên çeteyan ên li ser gundên Mihşiyet El Tewahîn û Xirbe Tiwênî yên navçeya Ebû Qelqet têk birin. Di encamê de bi dehan çete hatin kuştin û birîndar bûn. Hêzên me dest danîn ser 2 tankan û çekeke obûsê tevî guleyên wê. Her wiha panzêreke BMB û 2 erebeyên doçkabarkirî yên çeteyan îmha kirin. Şer û pevçûn li van herêman dewam dikin.”