Ji sînorê Qamişloyê bang kirin: Bila deriyê Îmraliyê bê vekirin!

  • rojane
  • 15:27 24 Kanûn 2024
  • |

MÊRDÎN - Nobeda li ser sînorê Nisêbînê ku di pêşengiya TJA, DBP û DEM Partiyê di 13ê Kanûnê de li dijî êrişen li ser Rojavayê dest pê kiribû didome. Di nobedê de peyama, “Bila deriye Îmraliyê bê vekirin” hat dayîn.

Nobeda li ser sînorê Nisêbînê ku di pêşengiya TJA, DBP û DEM Partiyê di 13ê Kanûnê de li dijî êrişen li ser Rojava dest pê kiribû didome. Îro jî rêxistinên TJA, DBP û TEM Partiyê yen Sîlopî, Cizîr û Mêrdînê hatin ser sînor û piştgirî dan çalakiya Nobeta Sînor. Aktîvîsta TJA’yê Gulseren Yildirim li ser sînor axivî û wiha got: “Em hemû hevalên ji Cizîr, Silopî û Mêrdînê hatine silav dikin. Hemû bi xêr hatine. Ev berxwedana ku em li vir dimişînin berxwedana rûmetê ye. Berxwedana Xwebûn û hebûnê ye. Hûn dizanin îro li Rojava şerekî dijwar heye. Şerê li ser gelê me yê Rojava nayê qebûl kirin. Şoreşa Rojava bûye mînakek cîhanî û mirovî. Şoreşa Rojava şoreşa nirxên mirovahiyê ye. Şoreşa azadkirina nirxên mirovahiyê ye. Di vê şoreşê de wekhevî, azadî û naskirina hemû nasnameya hemû bawerîyan heye. Di nava vê şoreşê de wekheviya hemû pêkhatiyan heye.”
 
ZILIMKAR TIMÎ TÊKÇÛNE
 
Gulseren Yildirim bal kişand ser kes û hêzên ku êrişî Rojava dikin û wiha berdewam kir: “Lê yên êrişî şoreşa Rojava dikin kîne? Ew kesên ku jinan qetil dikin tazî dikin û tecawîzî wan dikin in. Kesên zarokan dikujin in. Kesên ne mirov in. Zarokan qetil dikin. Heq û hiqûq li cem wan tune ye. Ew ne li ser axa xwe şer dikin. Ne ji bo axa xwe şer dikin. Li ser axa me ji bo berjewendiyên desthilatdaran bûne maşik. Mirovan di malên wan de dikujin. Lê mixabin, ji bo em van rastiyan tînin ziman em wekî sûcdar têne dîtin. Mînaka vê yekê 2 rojnamevanên ku li vir rastiya van çeteyan dianîn ziman, êşa gelê xwe parve dikirin hatin qetilkirin. Di kesayetiya Cîhan û Nazim êrişî heqîqetê kirin. Gelo sûcê Nazim û Cîhan çibû. Tenê heqîqet û rastiya gelê xwe dianîn ziman. Berxwedana gelê xwe li ser axa xwe dianîn ziman. Di dîroka zilmkaran de her dem têkçûn heye. Mînaka wê jî wekî Esad û îro jî mîna Esad heye. Kesên înkar dikin, qetil dikin dawiya wan têkçûn e. Lê îro gelê Kurd li ser axa xwe têkoşîna hebûn û azadiyê dide. Dixwaze bi ziman, reng û nasnameya xwe dixwaze bibe xwedî statu. Çima mijar dibe Kurd ew qas neyarên gelê Kurd dikevin nava tirsê. Em Kurd peyama ku em pê bawirin didin. Gelo îro desthilata AKP-MHP li şûna bi gelê Kurd de aştiyekê pêş bixe û lihevkirinekê bike, ne çêtire ku ji çeteyên mîna DAÎŞ’ê re hevkariyê bikin? Çima tercîha desthilatdariyê îro dibe ew çete. Çima neyartiya gelê Kurd dike. Gelê Kurd di her şert û mercan de di her teme de ji bo aştî û çareseriya demokratîk bang dike. Gelê Kurd her dem ji bo demokrasî û çareseriya demokratîk amade ye. Lê desthilat ça û guhê xwe digire. Tenê bi xapandinê nêzî gelê Kurd dibin.
 
KURDAN RÛMETA MIROVAHIYÊ PARAST
 
Parlamenterê Şirnexê Zekî Îrmez jî li ser sînor axivî û wiha got: “Ez bejna xwe li hemberî hemû kesên ku li dijî DAÎŞ’ê û çeteyan şer dikin bejna xwe ditewînim. Ji 2012’an heta niha gelê Rojava tenê xwe parast. êrişî tu deran nekir. Li dijî êrişên Rejîm û çeteyên hovane xwe parast. Dema DAÎŞ’ê li ser mirovahiyê hovîtî dibarand wê demê parastina xwe kir. Wê demê parastina mirovahiyê kir. Rûmeta mirovahiyê parast. Li Kobanê DAÎŞ têk bir. Hemû gelê Kurd li çar aliyan parastin kir. Hemû kesên dijminahiya mirovahiyê û gelê Kurd kirin têk çûn. Sadam dijminantiya Kurdan kir, têk çû. Beşar Esad dijminantiya Kurdan kir têk çû. DAÎŞê li dijî Kurdan şer kir têk çû.
 
Em îro ji desthilatiya AKP-MHPê re jî dibêjin; eger hûn dijminantiya gelê Kurd bikin û hûn êrişî gelê Kurd bikin hûnê jî tek biçin. Hûn li ser Kurdan komkujiyê ferz bikin hûn ê jî têk biçin. Gelê Kurd ji ber gelekî mafdar e. Divê li ser axa xwe azad û bi aştiyane bijî. Divê bi awayekî demokratîk bi hemû gelan re wekhev bijî. Daxwaza gelê Kurd ev e. Esed ket û çû. Her kes dixwaze li Sûrî aramî û îstîkrar hebe. Hemû dewlet û gel vê yekê dikin. Lê îro yên li Rojava û Sûriyê îstîkrarê xera dike, şer kûr dike û kuştinan dike desthilata AKP-MHPê ye. Em bang li gelê Kurd, rêxistinên Rojava dikin. Bi yekîtiya xwe biçin sedsala 21’an. Eger em bi yek dengî û yek rêzê daxwazên xwe bibin Şamê, dê nikaribin li ser Kurdan van êriş û qirkirinan pêk bînin. Dê êrişên li ser Rojava têk biçin. Ev yekîtî û tifaqa ku pêk bê, ne tenê ji bo gelê Kurd, di heman demê de ji bo çar aliyê Kurdistanê jî gelê Kurd dê karibe bi gelan re bi awayekî demokratîk û azad bijî.”
 
AZADIYA ABDULLAH OCALAN FERZ E
 
Birêz Abdullah Ocalan perspektifek ji bo desthilata AKP-MHPê nîşan daye. Gotiye ‘Şert û merc guncav bibe, ji bo şer raweste û pêvajoya hiqûqî û siyasî dest pê bike ez amade me.’
 
Divê demildest desthilata AKP-MHP deriyê îmraliyê vekin. Divê hevdîtinê bi Birêz Abdullah Ocalan re çekin. Ji bo li Rojhilata navîn aştî pêş bikeve û Tirkiye demokratîk bibe azadiya Birêz Abdullah Ocalan ferz e. Eger Tirkiye li ser gelê Kurd kuştin, qirkirin û înkarê ferz bike, Kurd û gelê Rojhilata Navîn êdî vê yekê qebûl nake. Em ê li dijî vê yekê heta dawî li ber xwe bidin. Di 2014’an de li dijî DAÎŞê dema Ebû Leyla li Kobanê dirûşma ‘Bijî berxwedana Kobanê’ berz kir, îro heman dirûşme, li Tişrîn û Kobanê u Rojava heye. Ev berxwedan li hemû cîhanê belav bûye. Divê demildest desthilatiya AKP-MHPê demildest van êrişên li ser Rojava rawestîne. Bi taybetî bi gelê Rojava û Rêxistina Rojava re dîne. Em dixwazin bi aştî û azad bi hemû gelan re bijîn.”