Dewleta tirk depoyên genim ên Girê Spî bombebaran kir

  • rojane
  • 14:53 24 Kanûn 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta û komên paramîlîter ên girêdayî wê gundên Girê Spî û Til Temirê, depoyên genim û Çarxerêya Sirînê bombebaran kirin. 
 
Êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Li gorî nûçeya ANHA’yê; dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê şevê din gundê Qizelî yê li rojavayê bajarê Girê Spî û depoyên wê yên genim bi çekên giran topbaran kirin.
 
Di heman demê de gundê Til Tewîl ê li rojavayê bajarê Til Temirê yê Kantona Firatê hat topbarankirin. Agahiyên der barê encamên topbaranê de nehatin bidestxistin.
 
Di heman demê de dewleta tirk Çerxerêya Sirînê yê li başûrê Kobanê jî bi SÎHA’yan bomberan kir. Têkildarî encamên bombebaranê agahî nehatin bidestxistin.