Girtî Al: Em bi tacizê û heqaretan re rû bi rû dimînin

  • rojane
  • 09:25 6 Mijdar 2024
  • |

AMED - Gulistan Al a li Girtîgeha Jinan a Bunyan a Kayseriyê girtî ye, diyar kir ku rastî taciz û heqaretên cendirmeyên li klûbeyên nobedê dimînin. 

Girtiya li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bunyan a Kayseriyê Gulîstan Al (30) di 30'ê Cotmehê de bi telefonê ya heftane bi malbata xwe re axivî û behsa bêhiqûqiya li girtîgehê kir. Gulîstan Al a ku bi dayika xwe Emîne Al re hevdîtin pêk anî, diyar kir ku cendirmeyên li klûbeyên nobetê dimînin wan taciz dikin û heqaretan li wan dikin. Alê diyar kir ku taciz bi awayekî sîstematîk didomin û ragihand ku daxwaznameyên wê yên ji bo rewşa navborî jî nehatine bersivandin. Her wiha Alê destnîşan kir ku nameyên ku wê ji bo ravekirina bûyera tacizê nivîsandine ji aliyê girtîgehê ve hatine desteserkirin.
 
 
Dayika Alê Emîne Al anî ziman ku ew ji ber tiştên ku keça wê jiyaye bi fikar e û banga hestiyariyê kir ku bûyerên navborî bên lêkolînkirin. 
 
Alê got: "Di axaftina me ya têlefonê de keça min got, 'Leşkerên li klûbeyê çêran dikin û bi devkî me taciz dikin.' Ev pêvajo ev demek e didome. Li ser vê rewşê gilî li rêveberiya wê derê kirin, lê tu bersiv negirtin. Destûr nedan wan ku nameyên ku ji bo ravekirina rewşê nivîsandine bişînin. Keça min bi têlefonê tenê hin pirsgirêkên ku li wir hatine jiyîn vegotin. Wê got ku wê ji ber tiştên ku hatine serê wan jibîrkirin lê peyda bûye. Ji bo taciz û heqaretên tên jiyîn banga hestiyariyê kir. Ji ber ku di hucreyê de tê girtin kesî nabîne û dema ji bo hewayê derdikeve rastî heqaret û tacizê tê."
 
‘HEQÊ WAN Ê KU TIŞTEKÎ WIHA BIKIN TUNE YE'
 
Dayika Alê anî ziman ku keça wê bi cezayê muebbedê hatiye cezakirin û wiha got: “Tu kes vê yekê nabêje. Divê mirov li ser vê yekê tiştekî bike. Wan digirin û dibêjin 'heta mirinê ew ê di girtîgehê de bimînin'. Der barê mafê hêviyê de biryar hene, lê nayên bicihanîn. Mafê wan heye ku mehê carekê serdana wan bikin, lê ji ber şert û mercan em dikarin her 5 mehan carekê biçin. 2 hefte berê karîbûm biçim hevdîtinê. Çi mafê wan heye ku vê yekê li me dikin? Dema em dikevin girtîgehê jî cilên me dibin pirsgirêk."
 
Dayik Alê anî ziman ku keça wê Gulîstan piştî ku ji bo birayê xwe Şiyar Al ê di sala 2016'an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di qedexeya derketina derve de jiyana xwe ji dest daye di girtîgehê de pirtûk nivîsandiye, gardiyanan timî bi ser odeya wê de digirin. 
 
‘JI BER TECRÎDÊ YE'
 
Dayika Alê anî ziman ku binpêkirinên li girtîgehan rengvedana tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a li Îmraliyê tê meşandin e û got: "Ev hemû rengvedana tecrîdê ne. Divê parlamenterên me û rêxistinên mafên mirovan biçin girtîgehê û lêkolînan bikin. Bi taybetî girtiyên ku cezayê muebedê li wan hatine birîn rastî zextên keyfî tên. Divê demildest ev tecrîda li ser birêz Ocalan û zarokên me rabe. Divê aştî çêbibe û demildest danûstandin dest pê bikin."