Li şûna hevşaredara bi rêjeya herî bilind hatiye hilbijartin qeyûm tayîn kirin

  • rojane
  • 12:09 4 Mijdar 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li şûna Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk bi rêjeya herî bilind hatibû hilbijartin, qeyûm hate tayînkirin. 

Êrişên li dijî îradeya hilbijêran didomin. Li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, şaredariyên Êlih û Xelfetî ya Rihayê qeyûm hatin tayînkirin. 
 
Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk li şûna wê qeyûm hate tayînkirin, di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê adarê de bi rêjeya 64,52’yê hatibû hilbijartin. Bi vê rêjeyê re Sonuk, li seranserî Tirkiyeyê bû hevşaredara bi rêjeya herî bilind hatiye hilbijartin.