Ji bo parêzer Oner û Hezer biryara beraetê hate dayin

  • rojane
  • 15:44 3 Cotmeh 2024
  • |
img
AMED - Endamên OHD’ê Gurbet Ozbey Oner û Serhat Hezer ku ji ber îfadeyên îtîrafkar Umît Akbiyik dihatin darizandin, beraet kirin. 
 
Endamên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) Gurbet Ozbey Oner û Serhat Hezer ji ber îfadeyên îtîrafkar Umît Akbiyik, bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” dihatin darizandin. Danişîna doza parêzeran li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate lidarxistin. Oner, Hezer û parêzerên wan di danişînê de amade bûn. Di heman demê de li ser navê Défense Sans Frontières (Parêzerên Sînornenas) jî Françoise Cotta û Christine Martinea û gelek parêzeran jî doz şopandin. 
 
Parêzeran li dijî mutalaaya dozger paratin kirin û gotin ku miwekîlên wan ji ber xebatên pîşeyî tên darizandin. Parêzeran destnîşan kirin ku îfadeyên îtîrafkar Akbiyik bêbingeh û derew in û divê esas neyên girtin. 
 
Piştre jî parêzer Mehdî Ozdemîr, Muhlîs Ogurgul û Yunus Mûrat Akan li dijî tawanbariyên li dijî OHD’ê parastin kirin. Piştre jî parêzeran parastina miwekîlên xwe kirin û daxwaza beraetê kirin. 
 
Şandeya dadgehê ji bo Hezer û Oner biryara beraetê da.