Li Sêrtê cenazeyên 4 kesan anîn nexweşxaneyê

  • rojane
  • 15:03 27 Tîrmeh 2024
  • |
img
SÊRT - Hate diyarkirin ku cenazeyên 4 kesên ku di bombebarana li navçeya Berwariyê de jiyana xwe ji dest dane, anîne Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê.
 
Li herêma Herekol a li çoltera navçeya Berwarî ya Sêrtê duh operasyona leşkerî hate destpêkirin. Hate diyarkirin ku di dema operasyonê de di nava leşkeran û endamên HPG’ê de şer derketî ye. Balafirên şer û Balafirên Biçek û Bêmirov (SÎHA) herêm bi awayekî zêde bombebaran kirin.  
 
Cenazeyê 4 endamên HPG’ê ku hate diyarkirin ku di encama pevçûn û bombebaranê de jiyana xwe ji dest dane anîn Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Sêrtê. Hate diyarkirin ku 2 kes jin 2 kes jî mêr in.