Şahida dawî ya Geliyê Sefo: Leşkerên bavê min kuştin, bi zorê ji bo xwe bi jinên gund nan dan patin

  • rojane
  • 09:23 27 Tîrmeh 2024
  • |
WAN - Şahida dawî ya bûyera Geliyê Sefo, Bedîle Demîrbacak ku di dema qetlîamê de 10 salî bû, bal kişand ser zilma dewletê û da zanîn ku leşkerên ku 33 kes qetilkirin, bi zorê ji bo xwe bi jinên gund nan dan patin.
 
Di 28’ê tîrmeha 1943’an de li gundên Xerapsork, Êngiza Milan û Runexwir ên girêdayî navçeya Serav a Wanê bi hinceta “Sînor derbas kirin e” leşkerên tirk 33 gundî binçavkirin. Piştî binçavkirina gundiyan, serfermandarê wê demê Mûstafa Mûglali ku ji hêla dewletê ve ji bo ewlehiya sînor hatibû peywirdarkirin, fermana kuştina 33 welatiyan dide û gundî li Geliyê Sefo yê girêdayî gundê Koçkirana Jorîn a navçeya Qelqeliyê bi awayekî dest û çavên wan girêdayî tên qetilkirin. Tenê gundiyê bi navê Îbrahîm Keklîk (Apê Îbrahîm) ku di bin termê gundiyên din de dimîne, birîndar ji komkujiyê xelas dibe û derbasî Rojhilatê Kurdistanê dibe. Piştî 3-4 mehan Keklîk jî li Rojhilat jiyana xwe ji dest dide û diçe ser dilovaniya xwe.
 
DADGEHA LEŞKERÎ NEHIŞT MÛGLALI BÊ DARIZANDIN
 
Mûglaliyê ku di sala 1947’an de teqawît bû, bi xebatên parlementeriya Partiya Demokrat a ku di sala 1950’an de bû desthilat, sewqî dadgehê hat kirin û hat darizandin. Di dema darizandinê de îfadeyên leşkerên ku şahidên kuştina 33 kurdan bûn, sûcê Mûglali derxist holê. Mûglali, bi hinceta ku berpirsyarê qetilkirina 33 welatiyan e, hat darizandin û cezayê îdamê lê hat birîn. Cezayê ku jê re hat dayîn ji ber temenê wî daxistin 20 sal cezayê girtîgehê. Dadgeha Bilind a Leşkerî ev biryar betal kir, lê ew di 11’ê kanûna 1951’ê de, berî ku rûniştina duyemîn bibîne, dimire. Piştî mirina Mûglali jî, ji bo zelalkirina bûyerê ti gav nayên avêtin. Heta gelek kesên ku dixwazin hestiyên xizmên xwe hilgirin, hatin darizandin.
 
GELIYÊ SEFO HÊJ JÎ QEDEXE YE
 
Bi ser bûyerê ve 81 sal derbas bûn, lê hêj jî Geliyê Sefo di bin navê “Herêma Ewlehiyê” de qedexe ye. Xizmên gundiyên ku hatine qetilkirin jî gelek caran ji bo çûyîna Geliyê Sefo û hilgirtina hestiyên xizmên xwe serî li saziyên peywirdar dan, lê xwestekên wan tu carî nehatin qebûlkirin.
 
ŞAHIDA DAWÎ YA KOMKUJIYÊ: BEDÎLE DEMÎRBACAK
 
Şahida dawî ya komkujiyê Bedîle Demîrbacak (91), di wê qetlîamê de bav û apê wê jî di nav de 7 xizmên xwe winda dike. Demîrbacak ku di dema bûyerê de 10 salî bû, da zanîn ku bêyî sedem 33 kes hatin kuştin û wiha got: “Ez deh salî bûm. Bavê min, apê bavê min, kalkê bavê min, kurapê bavê min hwd. bi giştî 7 kes ji malbata bavê min, yên din pismamên bavê min bi giştî 33 kes hatin binçavkirin. Hema hatin, bi ser gundan de girtin, 33 kes birin û li Koçkiranê jî kuştin. Beriya qetilkirinê, ji me re xeber şandin, gotin ‘ji bo me nivînan bînin em li ser erdê tazî radizên’. Me nivînên wan amade kirin û em bi rê ketin. Me dît ku li bintara Kendalê Gîlê du jin tên û digirîn. Yek Gulê ya jinbava min û ya din jî Gulbahar bû. Me pirsî ka çi çêbû? Gotin 33 kes birine li Koçkiranê kuştine. 15 ji gundê Êngizê, 15 ji gundê Xirapsorkê û 3 kes jî ji gundê Runexwirê bûn.”
 
‘LEŞKERAN NEHIŞT EM BIÇIN HEWARA XIZMÊN XWE’
 
Di berdewamiya axaftina xwe de Demîrbacak, da destnîşankirin ku ew bi hewara wan çûne, lê leşkeran nehiştine biçin cihê bûyerê. Demîrbacak, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Leşkeran pêşiya me girtin, em jî revîn e gundekî nêz, cenaze jî li wir man. Gelek caran leşker dihatin û gundî binçav dikirin. Têra xwe lêdixistin û dîsa berdidan. Lê wê carê ji bo kuştinê hatin. Piştî bûyerê ti kesên ji dewletê nehatin pirsa me jî nekirin.”
 
JI BO LEŞKERAN NAN BI GUNDIYAN DAN PATIN
 
Demîrbacak a ku ji ber temenê xwe di axaftina xwe de zehmetî dikişand bal kişand ser zilma li wan hatiye kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Heso yuzbaşi nedihişt em bigehijin hewara cenazeyên xwe. Li ser vê yekê jî ji bo leşkeran bi zorê nan bi jinên gund da patin. Her malê taştek nan ji bo leşkeran patin û Heso yuzbaşî li leşkeran belav kir. Li gund odeyeke kalkê min Fêrû hebû, leşker diçûn wir diman. Xwedê wisa hez kir ku erdhejek çêbû û ode hilweşiya. Piştre leşker ji wir çûn û careke din nehatin. Xwedê heqê me nehêle li erdê.”
 
MA / Bazîd Evren