Jiyana girtiyên nexweşên diyalîzê di xetereyê de ye

  • rojane
  • 09:22 27 Tîrmeh 2024
  • |
AMED - Rêveberê MED TUHAD-FED’ê Orhan Işik, bal kişand ku jiyana girtiyên nexweşên diyalîzê di bin rîskê de ye û wiha got: “Divê raya giştî ya cidî bê afirandin û ev nexweş bên dermankirin.”
 
Li gorî daneyên ne rojane yên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li girtîgehan 561 girtiyên nexweş hene. Ji van herî kêm 7 ji ber gurçikên wan nemane neçar in her tim bikevin diyalîzê. Girtiyên nexweşên diyalîzê, ji sewqên nexweşxaneyan heta xwarinên diyetê gelek zehmetiyan dikişînin. Lê ji ber raporên “dikarin di girtîgehê de bimînin” ên Saziya Tiba Edlî (ATK) dide berdana wan her tim tê taloqkirin. 
 
HEFTEYÊ 12 SAETAN DIKEVIN DIYALÎZÊ 
 
Rêveberê Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqî yên bi Malbatên Girtî û Hikumwaran re yên Medê (MED TUHAD-FED) Orhan Işik ku ew bi xwe jî tedawiya diyalîzê dibîne, zehmetiyên ku girtiyên nexweşên diyalîzê dijîn vegotin. Işik, bal kişand ku mirovên neçar in bikevin diyalîzê li derve jî gelek zehmetiyan dikişînin û wiha got: “Nexweşên diyalîzê neçarin ku her hefte 3 caran û 4 saetan bikevin diyalîzê. Heta ku bexşa organan pêk were ev rûtin berdewam dike. Ez bi xwe jî li derve vê yekê bi zehmetî dikim, niha nexweşên girtî bi kîjan zehmetiyan re rû bi rû dimînin nikarim bifikirim. Ji ber wê yekê divê nexweşên diyalîzê di demekî kurt de bên berdan û tedawiya wan li derve berdewam bike.”
 
PIRSGIRÊKA XWARINA DIYETÊ 
 
Işik, destnîşan kir ku divê nexweşên diyalîzê ji tiştên dixwin re jî baldar bin û destnîşan kir ku dîtina berhemên diyetê zehmet e. Işik, bal kişand ku yek ji pirsgirêka herî mezin a girtiyên nexweşên diyalîzê jî xwe gihandina xwarina diyetê ye û wiha berdewam kir: “Her wiha qenalên ku di destên wan de tên vekirin û jê re fîkstur tê gotin jî pirsgirêkeke cidî ye. Ev fîkstur yek ji hêmanên ku divê nexweşên diyalîzê biparêzin e. Tundiyeke herî biçûk, tengasî an xetîmînek tê wê wateyê ku nexweş nikare 2 hefteyan bikeve diyalîzê. Ji ber van hemûyan, şert û mercên girtîgehê bi tu awayî ji bo nexweşên diyalîzê ne guncaw in.”
 
Işik, destnîşan kir ku ji bo nexweşên diyalîzê bên dermankirin divê demildest bên berdan û ev tişt got: “Divê girtiyên nexweşên giran demildest bên berdan. Destpêka van nexweşan jî nexweşên diyalîzê ne. Divê raya giştî ya cidî bê afirandin û ev nexweş di demekî kurt de bên dermankirin.”