Girtiyê nexweş naşînin nexweşxaneyê: Mafê dermankirinê tê astengkirin

  • rojane
  • 09:20 27 Tîrmeh 2024
  • |
COLEMÊRG - Evîn Tan destnîşan kir ku bavê wê yê 62 salî ku ev salek e girtî ye, di demên dawî de hişê xwe winda dike, kîlo daye,  ji ber sewqî nexweşxaneyê nakin, nexweşiya wî nayê zanîn û da zanîn ku mafê wî yê dermankirinê tê astengkirin. 
 
Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) 651’ê wan bi giranî, bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş di girtîgehan de tên ragirtin. Tevî hemû bangawaziyan, girtiyên nexweş ên ku nikarin bi tena serê xwe pêdiviyên xwe çareser bikin, neyên berdan. Di salên dawî de ji sedan girtiyên nexweş terkî mirinê hatin kirin û di girtîgehan de jiyana xwe ji dest dan. 
 
Yek ji girtiyên ji ber girtîgehê pirsgirêkên tenduristiyê dijî Davetî Tan e. Çawa ku cezayê Tan ê bi îdiaya “Alîkariya rêxistinê” dihat darizandin di 15’ê tebaxa 2023’yan de hate erêkirin Tan xistin girtîgehê. Hat destnîşankirin ku Tan ê ev salek e di Girtîgeha Tîpa F ya Wanê tê ragirtin, hişê xwe winda dike, gelek kîlo daye û ji ber sewqî nexweşxaneyê nayê kirin, nexweşiya wî nayê tespîtkirin. 
 
Evîn Tan têkildarî rewşa bavê xwe ji ajansa me re axivî. 
 
MAFÊ DERMANKIRINÊ TÊ ASTENGKIRIN
 
Tan anî ziman ku ew piştî ku çalakiyên di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk” tên lidarxistin qediyane, karîne biçine serdana bavê xwe û ev tişt gotin: “Bi qasî ku ez dizanim bavê min tenê birine revîra girtîgehê. Diyar kir ku tevî bijîşkê girtîgehê wî sewqî nexweşxaneyê kiriye jî wî naşînin nexweşxaneyê. Bavê min ji ber temenê xwe yê mezin nikare di girtîgehê de bimîne. Em nizanin bê ka dê çi bikin, neçar mane.
 
SERDANA ÎHD Û OHD’Ê
 
Tan da zanîn ku daxwaznameyên ku wê ji bo bavê wê sewqî nexweşxaneyê bikin dane jî bêencam mane û ev tişt gotin: “Ne têkildarî nexweşiya wî ne jî têkildarî dermankirina wî tu agahiyekî nadin. Nexweşiyekî wî ya çawa heye nayê zanîn. Bavê min polîtîkayên kuştinê yên di girtîgehan de tên sepandin rasterast dijî. Me serî li Komelaya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) dan. Ez dixwazim bavê min demildest bibin nexweşxaneyê û nexweşiya wî tespît bikin. Hêvî dikim ku di demekî nêz de bersiva serlêdanan were dayîn û bavê min sewqî nexweşxaneyê bikin. Ji ber em rewşa girtîgehan dizanin, ji rewşa wî bifikar in. Ji ber polîtîkayekî cudatir nîşanî girtiyên siyasî didin. Divê ev yek demildeste bi dawî bibe.” 
 
‘DIVÊ BÊDENG NEMÎNIN’
 
Tan axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê hemû mafên girtiyên siyasî werin dayîn. Sedan girtiyên wekî bavê min hene û divê demildest dermankirina wan dest pê bike. Divê tu girî terkî mirinê neyên kirin. Ez bang li Wezareta Tenduristiyê dikim; Divê ji bo dermankirina girtiyên nexweş, gav werin avêtin. Divê malbat li dijî vê yekê bêdeng nemînin û têkevin liv û tevgerê. Heke her malbatek xwedî li girtiyê xwe derbikeve, dê ev mirin neyên jiyîn û dê ev zext bi dawî bibin.”