Înce yê DBP’î: Divê herkes li dijî dagirkeriyê dengê xwe bilind bike

  • rojane
  • 09:09 27 Tîrmeh 2024
  • |
STENBOL - Siyasetmedarê DBP’î Mehmet Reşît Înce, îşaret kir ku şer bi gelên Tirkiyeyê dide winda kirin û wiha got: “Divê saziyên sivîl ên civakî û partiyên siyasî li dijî vê polîtîkaya dagirkeriyê dengê xwe derxînin.”
 
Dewleta tirk di destpêka meha tîrmehê de li dijî çoltera navçeya Amêdiyê ya girêdayî bajarê Dihokê yê Herêma Kurdistana Federe êrişeke berfireh da destpêkirin. Dewleta tirk beriya 15’ê hezîrana 2014’an 64 baregeh hebûn, ligel 2024’an ev hejmar bû 71. Dewleta tirk li cihên ku êrişên xwe lê didomîne baregehên nû ava dike û noxteyên kontrolê deyne. Bi sedan malbat ji ber êrişên heyî neçar dimînin ku dest ji axa xwe berdin. Nerazîbûnên li dijî êrîşên ku PDK her cure piştgiriya îstîxbaratî û lojîstîk didê, didome.
 
‘ÊRIŞ NE NÛ NE’ 
 
Ji Buroya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Marmarayê Mehmet Reşît Înce êriş nirxandin. Înce, bal kişand ku dewleta tirk demekî dirêj e êrişî axa Herêma Kurdistana Federe dike û wiha got: “Tirkiye polîtîkaya xwe ya dagirkirinê ku li Efrîn û Serêkaniyê pêk anî bû dixwaze niha jî li başûrê Kurdistanê pêk bîne.”
 
Înce, axaftina xwe wiha domand: “Dewleta tirk xwe amade dike ku, Kurdistanê dorpêç bike. Bi rewşa heyî êriş hatine asteke cidî. Lê em dizanin ku êrişên dewleta tirk ên li dijî herêmên Kurdistanê ne nû ne.”
 
‘DÎROKA PDK’Ê DÎROKA XIYANETÊ YE’ 
 
Înce, qala hevkariya PDK’ê ya di êrişan de kir û wiha got: “Ne xiyaneta ewil e ku PDK li dijî gelê kurd pêk tîne. PDK’yeke ku dîroka wê bi xiyanetan tejî heye. Di hilweşîna Komara Mehabadê ya di sala 1946’an de jî xiyanet kiriye. Xiyanet û hevkariya PDK’ê kevn e. Di asta em hatinê de malbata Barzanî, hatiye asteke ku ji xiyanetê wêdetir. Bi dijminên xwe re hewl dide gelê kurd ji holê rake. Esas xwe bi xwe xelas dike lê di ferqa vê de nîne.”
 
KRÎZA ABORIYÊ ŞER Û TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ 
 
Înce, bal kişand ku dewleta tirk komên paramîlîter ên li Sûriyeyê jî veguhestine herêmê û anî ziman ku êrişên zêde dibin bi polîtîkayên tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan eleqedar in. Heke Tirkiye aştiyeke civakî bixwaze, divê biçe Îmraliyê.” Înce, bi lêv kir ku bandora şer a li ser gelên Tirkiyeyê û aboriyê giran e û wiha domand: “Ji ber polîtîkayên şer ên Tirkiyeyê êdî mirov ji çopan xwarinê kom dikin. Şûna ku bûdçeya ji şer re veqetandiye bide gelan, diçe dide çeteyan. Ji ber vê yekê heke bê xwestin ku aştiyek dest pê bike divê ewilî bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin.”
 
Înce, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev şer ne tenê pirsgirêka kurdan, di heman demê de pirsgirêka tirkan e jî. Desthilateke ku mirovan dike dijminê hev heye li hemberî me. Di vî warî de berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê me. Divê hemû saziyên sivîl ên civakî û partiyên siyasî li dijî vê polîtîkaya dagirkirinê rabin ser piyan û dengê xwe bilind bikin.”