Ozperçîn ê DEM Partiyî hate berdan

  • rojane
  • 20:32 26 Tîrmeh 2024
  • |
img
SEMSÛR - Hevserokê DEM Partiyê yê Navçeya Navendî ya Semsûrê Yûsûf Ozperçîn ê ji ber metna çapemeniyê ya li dijî êrişên dewleta tirk xwendibû hatibû girtin, di encama îtîrazê de hate berdan. 
 
Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Navçeya Navendî ya Semsûrê Yûsûf Ozperçîn ê ji bo di 19’ê tîrmehê de li Semsûrê metnê çapemeniyê yê têkildarî êrişên dewleta tirk ên li dijî Herêma Kurdistana Federe û hevkariya PDK’ê xwend hatibû girtin, li ser îtîrazên hatibûn kirin hate berdan. 
 
Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya DEM Partiyê ji bo Ozperçîn ê bi îdiayên “Daxuyaniyên li dijî dewletê” û “Propagandaya rêxistinê” hatibû girtin daxwaznameya îtîrazê dabû dadgehê. Di encama îtîrazan Ozperçîn ji bo ku negirtî bê darizandin îro hate berdan.