Di protestoya DEDAŞ’ê de welatiyê ji sedî 96 astengdar hate derbkirin

  • rojane
  • 19:57 26 Tîrmeh 2024
  • |
MÊRDÎN - Li Dêrikê leşkerên êrişî gundiyên ku bertek nîşanî DEDAŞ’ê dan kirin, Îbrahîm Aksoy ê ji sedî 96 astengdar derb kirin. Aksoy rakirin nexweşxaneyê. 
 
Li gundê Werga Xensê ya girêdayî navçeya Dêrik a Mêrdînê Şîrketa Belavkariyê ya Ceyranê li gel leşkeran bi ser gundan de girtin. Li gundên ku bi hinceta deynên cotkaran hene trafo tên komkirin, li ber bertek nîşandana gundiyan leşkeran bi gaza îsotê mudaxileyî gundiyan kir. Leşkerên ku ji gundiyan 4 kes bi ledanê binçavkirin, ji nêz ve gaz berdan Îbrahîm Aksoy ê ji sedî 90 astengdar û tundî lê kirin. 
 
Aksoy ê ji ber tundiya lê hate kirin birîndar bû, tevî ku birîndar jî bû piştî nîvsaetê di wesayîta cendermeyan de hate girtin dû re bi wesayîtekê birin ambûlansa derveyî gund dihate sekinandin. Aksoy ê bi ambûlansê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrikê hate dermankirin û rapora lêdanê wergirt. 
 
Parêzerê Aksoy, Azat Satiboga têkildarî derbkirina muwekîlê xwe serî li Serdozgeriya Komarê  ya Dêrikê da û gilî kir.