Cenazeyê dayika Ozkan ê li Pirsûsê hate qetilkirin hate veşartin

  • rojane
  • 19:48 26 Tîrmeh 2024
  • |
img
ŞIRNEX - Cenazeyê dayika Hogir Ozkan ê di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dabû, Daxîla Ozkan li Cizîrê hate veşartin. 
 
Cenazeyê dayika Hogir Ozkan ê di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dabû, Daxîla Ozkan li navçeya Cizîr a Şirnexê hate veşartin. Cenazeyê Ozkan a duh li Stenbolê di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê malbatê ve anîn Cizîrê. Cenazeyê Ozkan piştî wecîbeyên olî yên li Mizgefta Mezin a li Taxa Deriyê Çiyê, li Goristana Asrî ya navçeyê hate veşartin. 
 
Malbata Ozkan dê şînê li Mizgefta Haci Îsmaîl a li Taxa Sûrê deyne.