Êlihê biryara xwe da: Pênc pênc û pênc

  • rojane
  • 10:44 27 Gulan 2018
  • |
img
ÊLIH – Bi hezaran welatiyên Êlihê bûn lehî û bi coşek mezin namzetên HDP’ê yên Êlihê pêşwazî kirin. Dema namzetan gel silav kirin gel bi yek dengî got “Pênc pênc û pênc.”  
 
Rêxistina HDP’ê ya Êlihê danasîna namzetên partiya xwe kir. Namzetên HDP’ê yên Êlihê Feleknas Uca, Ayşe Acar Başaran, Mehmet Ruştu Tiryakî, Necdt Îpekyuz û Şukru Baytar ji Amedê derketin rê û çûn Êlihê. Namzet ewil li gundê Petrola Sîpanê ya li ser riya Bismilê û pişt re jî li Tesîsên Bardakçilar a di têketina Êlihê de ji aliyê sedan karwanê wesayît û hezaran welatî ve bi coşek mezin hatin pêşwazîkirin. 
 
GEL BÛ LEHÎ Û NAMZETÊN XWE PÊWAZÎ KIR 
 
Piştî karwanê wesayîtan gihîşt ber Batman Park AVM’ê gel mîna lehiyê namzetên xwe pêşwazî kir. Namzetan di otobusa hilbijartinê de li ser Kolana Amedê heta Duriyana Dortyolê gel silav kir. Çi welatiyên li ser kolanê û çi welatiyên di şibak û şaneşînên malê xwe de namzetên xwe bi çepik û îşaretên serkeftinê pêşwazî kirin. Heta ku konvoy gihîşt Dortyolê girseya gel gihîşt bi hezaran kes. Di vê navberê de polîsan xwest ku slogan neyên berzkirin. Lê li gel hemû astengî û hişyarkirina polîsan gel guh neda polîsan û bênavber slogan berz kirin. 
 
PIŞTÎ KONVOYÊ MEŞ LI DAR XISTIN 
 
Li Duriyana Dortyolê namzet ji otobusê daketin û bi gel re heta Buroya Hilbijartinê ya navendî ya li pişt Parka Ataturkê meş li dar xistin û gel silav kirin. Ji heft salî heta heftê salî gel tev li meşê bû û bê navber dirûşmên “Bijî HDP, “Demîrtaş”, “Serok Selo” û “Bijî Serok Apo” berz kirin. Komek ciwan jî li pêşiya meşê li erbaneyan dan. Li ber buroyê namzet dîsa ji aliyê hezaran welatî ve bi kelecana di asta herî jor de hatin pêşwazîkirin. 
 
GIRSEYÊ GOT ‘PÊNC PÊNC Û PÊNC’ 
 
Ciwanan li ber stranên ji otobusa hilbijartinê lê didan govend gerandin û bi berzkirina dirûşmeyan derdor hejandin. Namzet yek bi yek derketin ser otobusê û ji gel re dan nasîn. Dema namzet derketin ser otobusê, coşa gel derket asta herî jor û hêjayî gotinêye dema namzet diaxivîn welatiyan bi berzkirina dirûşmeyan axaftina wan qût kir û gotin “Pênc pênc û pênc.” 
 
‘EV JÎ DÊ BIBIN PARTIYA TABELAYÊ’ 
 
Ewil hevserokên HDP’a Êlihê Bêrîvan Helen Işik û Nîzamettîn Toguç axaftinên kurt kirin. Toguç destnîşan kir ku çawa partiyên mîna DYP, ANAP, DSP û yên din bûn partiyên tabelayê dê AKP’ê jî bikin partiya tabelayê. 
 
‘GEL WÊ JI SEROKÊ AKPÊ RE BÊJE TEMAM’ 
 
Namzeta HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca jî axivî û wiha got: “Em ê di 24’ê Hezîranê de li dijî faşîzmê reng, deng, hebûn û azadiya xwe destnîşan bikin. Em ê li dijî hemû komkujî û kuştina jinan bibin yek deng û azadiyê pêk bînin. Gelê Êlihê dê bersiva pêwîst bide Serokê AKP’ê û wê bêje TEMAM. Em ê di 24’ê Hezîranê de govenda azadî û demokrasiyê bigerînin.” 
 
Pişt re Namzet û wekîla HDP’ê Ayşe Acar Başaran axivî û got ku ew ê bi ruhê 7’ê Hezîranê hemû planên têkbirinê yên li dijî kurdan xera bikin. 
Namzetek din Necdet Îpekyuz jî axivî û got: “Êlihê malek mezin a gel e. Min ji we re silavên Îdrîs Baluken anî. Pêşiya me vekiriye. Em aştî û azadiyê dixwazin. Ew çi dikin bila bikin dê gelê me bi ser bikeve.” 
 
Namzet Mehmet Ruştu Tiryakî jî got: “Beriya 24’ê Hezîranê gelê Êlihê ji niha ve da nîşandan ku wê 5 wekîlan derxe.” 
 
Namzet Şukru Baytar jî got: “Îro ne em, gelê Êlihê gotina xwe dibêje.” 
 
Piştî danasîn û axaftina namzetan hunermend Hediye derket ser dika buroya hilbajirtinê û strî û gel jî heta derengiya şevê govend gerand.