‘Em ê heqê performansa AKP’ê di sindoqan de bidin’

  • rojane
  • 09:23 27 Gulan 2018
  • |
img
MÊRDÎN - Serokê Şaxa Egîtîm Sena Mêrdînê Mustafa Bozan, diyar kir ku ji ber polîtîkayên perwerdê û tiştên bi civakê dan jiyîn, ew ê heqê performansa AKP’ê di sindoqan de bidinê.
 
Di pêvajoya OHAL’ê de, gelek endamên Sendîkaya Kedkar a Zanist û Perwerdê (Egîtîm Senê) a Mêrdînê ji kar hatin avêtin. Serokê Şaxa Egîtîm Senê yê Mêrdînê Mustafa Bozan, diyar kir ku ji bo hesab bipirsîn, dê di hilbijartina 24’ê Hezîranê de  biçin ser sindoqan. 
 
 ‘EM Ê HESABÊN PÊKANÎNÊN BÊMAF BIPIRSIN’
 
Bozan, anî ziman ku di pêvajoya desthilatdariya AKP’ê de, kedkarên perwerdê tim hedef hatin girtin û wiha got: “Em ê di hilbijartinê de bersiva herî mezin bidin kesên em mîna ‘terorîst, marjinal û xayînên welat’ îlan kirin. Di OHAL’ê de gelek hevalên me ji kar hatin avêtin. Xwestin kedkaran bi birçîbûnê terbiye bikin. Niha gelek hevalên me girtîne. Sekreterê Malî yê Şaxa me Ahmet Ertunç salek girtiye. Em ê di hilbijartinê de hesabê van hemûyan bipirsin. 
 
‘EM Ê HEQÊ AKP’A KU PERFORMANSA ME PÎVAND BIDINÊ’
 
Bozan, di dawiya axaftina xwe de wiha  got: “AKP dê nekare hemû êrîş, zilam, zext, ji kar avêtin û wêrankirinan pişt guh bike û jiyana xwe berdewam bike. Em tim polîtîkayên perwerdê yên desthilatdariya AKP a 16 salan rexne dikin. Pergala Performansa Mamosteyan ava kirin. Em mîna kedkarên perwerdê vê hilmendiyê nas nakin. Emê heqê hikûmeta AKP’ê ya xwest performansa me bipîve, dê di sindoqan de bidinê.”