Mala wê şewitandin, koçber bû û îro wek namzet vegeriya

  • rojane
  • 09:19 27 Gulan 2018
  • |
img
AGIRÎ – Namzeta HDP’ê ya Agiriyê Kezîban Dumlu di 1990’an dema mala wan şewitandin ji Agiriyê koçî Bursayê kir. Niha jî Dumlu wek namzet vegeriya ser axa xwe. Dumlu got: “Em ê encama 7’ê Hezîranê dubare bikin û faşîzma AKP’ê biavêjin ser sergoyê çopê.” 
 
Namzeta HDP’ê ya Agiriyê Kezîban Dumlu di salên 1990’an de piştî mala wan at hilweşandin li gel malbata xwe koçî Bursayê kirin. Her çiqas ji ser axa lê hatiye dinê dûr jiyan kiribe jî lê kêliyekî ji tevgera siyasî ya kurd gav paş ve neavêtiye. Dumlu dayika 3 zarokan e. Ji sala 2008’an vir ve di siyasetê de çalak cih digire. Di salên 2013-2014’an de Hevserokatiya Rêxistina HDP’ê ya Brusayê birêve bir. Di 2017’an de dem ali Amedê xebatên xwe yên endamtiya Meclîsa HDP’ê birêve dibir hat girtin û piştî 7 mehan hat berdan. Dumlu ya ji girtîgehê derket HDP’ê wê li Agiriyê wek namzeta rêza çaremîn da nîşandan. Dumlu got ku ew ê li Agiriyê wek hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’an 4 wekîlan derxin.  
 
PIŞTÎ SALAN VEGERIYA BAJARÊ XWE Û BÛ NAMZET 
 
Dumlu anî ziman ku ji dema dewletê mala wan şewitan heta niha di siyasetê de cihê xwe girtiye û got: “Ez yek ji mexdûrê qirkirina 1990’an im. Ji ber zilm û zordariya wê demê em neçar axa xwe biterikînin û li Bursayê bi cih bibin. Mala me ya li Bazîdê şewitandin. Dema em nû çûn Bursayê zarokên min biçûk bûn û di wan salan de min nikaribû çalak di xebatan de cih bigirim. Piştî zarokên min mezin bûn û min di nav siyasetê de cih girt. Henek zehmet bû, lê ez neçar bûm ji bo siyaseta me bixebitim. Heta par em li Bursayê diman. Sala par em li Agiriyê bi cih bûn. Ji ber karê hevjînê min niha em li Sêrtê bi cih bûn. Niha jî ez li Agiriyê ku bi salan ez jê dûr mam namzetê gelê xwe me.” 
 
‘EM Ê 4 WEKÎLAN DERXIN Û WAN BIŞÎNIN SER ÇOPÊ’ 
 
Dumlu destnîşan kir ku HDP partiya jinan e û wiha domand: “Tekane partiya jinan a li Tirkiyeyê HDP ye. Herî zêde maf û temsîliyeta jinan di HDP’ê de tê nasîn. Ji bo ku HDP li her deverê mafê civakê û jinan diparêz e min namzetiya li vir bijart. Li Agiriyê di 24’ê Hezîranê de hedefa me ew e em 4 wekîlan derxin. Ji ber vê yekê me lez da xebatên xwe. Em ji gundewaran heta bajêr xebatek berfireh birêve bibin. Em ê li hewl bidin li Agiriyê kesek em ê bi destê wan negirin nemîne. Çi bila HDP’î ye be çi bila alîgirê partiyên din be, maleke em ê neçinê dê nemîne. Em ê biçin cem her kesî û pêvajoyê bi wan re nîqaş bikin. Em ê sibeha 25’ê hezîranê faşîzma AKP û MHP’ê biavêjin ser sergoyê çopê. Em ê HDP a ku aştî, demokrasî û aramiyê kiriye hedefa jî bînin ser desthilatdariyê.”