Cenazeyê Soydan dibin Geverê

  • rojane
  • 16:45 12 Gulan 2024
  • |
img
WAN - Girtiyê siyasî Rêber Soydan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Wanê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da, ji bo definkirinê ber bi Geverê ve birin. 
 
Cenazeyê girtiyê siyasî Rêber Soydan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Wanê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da, piştî rapora otopsiyê ya li Nexweşxaneya Tipê ya Dursun Odabaş a Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê radestî malbata wî hate kirin. Malbatê cenazeyê kurê xwe wergirt û ji bo definkirinê ber bi navçeya Geverê ya Colemêrgê ve ketin rê.