Piştî qezayê agir bi pifdanka gazê ket: 14 kes birîndar bûn

  • rojane
  • 08:50 29 Nîsan 2024
  • |
img
MUGLA - Di qezaya li navçeya Mîlasê de 4 jê giran bi giştî 14 kes birîndar bûn. 
 
Li navçeya Mîlasê ya Muglayê du mînîbûs li hev qelibîn û di qezayê de 4 jê giran bi giştî 14 kes birîndar bûn. Piştî qezayê şewat derket û ji hêla komên agirkujiyê ve hate vemirandin. 
 
Hat zanîn ku şewat ji ber teqîna pifdanka gazê derketiye ku ya ajokar Bulent Fuat Aydogan ê debara xwe bi palyoçtiyê dike bû. 
 
Ji birîndarên niha tedawiya wan li nexweşxaneyên navçeyê didomin rewşa 4’an giran û ya 10’an jî baş e.