Penaberên şandine Wanê tundiya li GGM’a Antalyayê vegotin

  • rojane
  • 11:46 27 Nîsan 2024
  • |
img

WAN - 15 penaberên li GGM’ê hatin îşkencekirin û pişt re sewqî Wanê hatin kirin, binpêkirinên mafan ên pê re rû bi rû man vegotin. 

6 jê jin 9 mêr 15 kesên ku îşkenceya li Navenda Paşve Şandinê (GGM) ya Doşemealti ya Antalyayê li wan hatiye kirin ji Wezareta Dadê re ragihandin, beriya 4 rojan sewqî Navenda Paşve Şandinê ya Wanê hatin kirin. Penaberên ku Omîd Eshaghî yê îranî jî di nav de bi lêv kiribûn ku nexweşên giran nikarin xwe bigihînin xizmetên tenduristiyê, zarok an mezin kes sewqî nexweşxaneyê nayê kirin, peywîrdarên navendê û hêzên ewlehiyê heqaretê û tundiyê li wan dikin lê ji ber nikarin biçin nexweşxaneyê nikarin rapora derbê bigirin û gef li wan hatibû xwarin. 
 
‘ÎŞKENCE LI ME HATE KIRIN’ 
 
Penaberên anîn Wanê bi rêya parêzer Jiyan Ozkaplan ev peyam parve kirin: “Li cem me zarokekî efgan ê nexweş hebû, ji ber ew derman nekirin me bi hêzên ewlehiyê re nîqaş kir. Piştî ku hêzên ewlehiyê ji me re xeber gotin ez jî li dijî wê derketim û 5 peywîrdarên ewlehiyê ez birim odeyekê û li min dan. Li zikê min şopa wê hebûn lê derbas bû. Bi gotinên ‘em ê te bigirin odeya spî û te deport bikin’ gef li min xwarin. Li ser vê yekê piştî ku hevalên min ev rewşa min dîtin me bi komî daxwazname şandin. Piştî vê protestoya me em hemû şandin Wanê.”
 
Ozkaplan, da zanîn ku têkildarî hevdîtinên ku kirin dê raporê amade bikin û hefteya pêşiya me bi awayekî berfireh agahiyan parve bikin. 
 
Nayê zanîn ku aqûbeta penaberên li GGM’a Kûrûbaş a girêdayî navçeya Artemêtê ya Wanê dê çawa be.