EFJ’ê ji bo serdegirtina televizyonan daxuyanî da

  • rojane
  • 10:43 27 Nîsan 2024
  • |
img

ÎZMÎR - EFJ’ê serdegirtina polîsan a li dijî televizyonên li Belçîkayê weşanê dikin şermezar kir û bang li rayedaran kir ku hurmetê nîşanî nepenîtiya çavkaniyên rojnamevaniyê bidin. 

Federasyona Rojnamevanên Ewropayê (EFJ) têkildarî zextên polîsan ên li dijî Stêrk TV û Medya Haber TV’yê yên li Belçîkayê weşanê dikin daxuyaniyeke nivîskî weşand. EFJ, “nîşandayîna hêzê” ya di lêgerînan de bi tundî şermezar kir û bang li rayedaran kir ku hurmetê nîşanî nepenîtiya çavkaniyên rojnamevaniyê bidin. 
 
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di zextên li ser televizyonan de derî bi darê zorê hatine vekirin û wiha gotin: “Li çend odeyan binbanên hilawîstî hatine şikandin û ekranên mezin ên LED xisareke mezin dîtiye. Dozgeriyê her wiha dest danî ser du kompûterên ku ji bo karên muhasebe û bankayan tên bikaranîn û her wiha ji bo karê rojnamevaniyê jî ku nepenîtiya çavkaniyên rojnamevaniyê dixe nava rîskê.”
 
PIŞTGIRÎ DA DAXUYANIYA VVJ’YÊ 
 
EFJ’ê cih da daxuyaniya Sekreterê Giştî yê Yekitiya Rojnamevanên Flaman Charlotte Michils ê piştî xesar di cih de dît û got: “Em firsenda lêpirsînê na darizînin, ev ne karê me ye lê em nîşandana hêzê û zirara girîng a di serdegirtinan de şermezar dikin.”
 
SERDEGIRTIN NE DESTPÊK IN 
 
Di daxuyaniyê de cih dan van daxuyaniyên Sekreterê Giştî yê EFJ’ê Ricardo Gutiérrez: “Nepenîtiya çavkaniyên rojnamevaniyê ji bo televîzyonên kurd ên ku li Belçîkayê ne jî bi heman awayî derbas dibe. Divê her binpêkirin bi rêgez be û bi baldarî were meşandin. Ev ne cara yekem e ku televîzyonên kurdî dibin hedefa êrîşên ewqas mezin ên polîsan. Berê jî di salên 1996 û 2010’an de du êrîşên bi heman rengî yên polîsan hatibûn kirin.”