KNK'ê serdegirtina Stêrk TV û Medya Haber TV'yê şermezar kir

  • rojane
  • 12:17 23 Nîsan 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - KNK'ê serdegirtina studyoyên Stêrk TV û Medya Haber TV'yê şermezar kir û got, "Ji dem û dezgehên ragihandina Kurdî re carek din piştgiriya xwe diyar dikin û berxwedana wan pîroz dikin."
 
Konseya Rêveber a KNK'ê têkildarî êrişa li ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haber TV'yê ya li Belçîkayê daxuyaniyeke nivîskî weşand. KNK'ê got ku "Vê êrîşa hovane û bê hiqûqî şermezar dikin" û ev tişt got: "Çawa operasyonên din têk çûn, ev operasyon jî wê bi rêyên siyasî, dîplomatîk û hiqûqî bê têkbirin."
 
Daxuyaniya KNK'ê bi vî rengî ye:
 
"Şeva derbasbûyî piştî nîvê şevê, polîsên Belçîkayê avêhtin ser studyoyên Stêrk Tv û Medya Haber Tv û dest danîn ser kompûter û kel û pelên teknîkî û gelek eşya jî parçe kirin û talan kirin. Ev ne cara yekîye li Belçîka êrîşên vî rengî li ser ragihandina Kurdî çêdibin. Pêşiya vê jî, yek jê di sala 1996'an yek jî di sala 2010'an, operasyonên vî rengî li ser televîzyon û rêxistinên Kurdî pêk hatin. Pîştî salan di encama van operasyona de derket holê ku ev operasyon li ser daxwaza dewleta Tirk û hevkarên wan hatine çêkirin. Sedem û bahane çi dibe bila bibin, ev operasyon jî berdewama wan operasyona ne û di encama bazarên reş de, li ser xwestina dewleta Tirk pêkhatine. 
 
EV OPERASYON DÊ BÊENCAM BIMÎNIN 
 
Wê saetê çûna studyonên televîzyonê, ev muameleya bê hiqûqî û dijminane, dide nîşan ku ev operasyon, peyamekê dide dewleta tirk û hevkarên wan. Di nava van çend mehên derbasbûyî de, wezîrê karê derve yê dewleta tirk Hakan Fîdan çendîn caran hatiye Belçîkayê û bazar kiriye. Kî çi dibêje bila bêje, ev operasyon fêkî û berhemê wan serdan û wan bazara ye. Di operasyonên dema pêş de jî, ji bo xwe heq derxin gelek sedem didan nîşan û bingehên qanûnî didan çêkirin. Lê piştî salan derket holê ku ev operasyon di encamên bazarên reş û qirêj de pêk hatine. Ew dosyayên wê demê hemû di mahkemeyan de bê encam man û hatin bereetkirin. Ev jî yek ji wan operasyona ye, ev ê jî bê encam bimîne.
 
Ev operasyon ji me re xerîb nayê. Ev operasyon ji operasyonên giştî yên li ser Tevgera Azadiya Gelê Kurdistanê ne şûştî ye û parçeyek ji wana ye. Duh jî Erdogan li Iraqê bû û opersyonên dijê Tevgera Azadîya Gelê Kurdistanê, bi rayedarên Iraqê re nîqaş dikir. Hemî bi hev ve girêdayî ne. 
 
ÊRIŞA HOVANE Û BÊHIQÛQÎ ŞERMEZAR DIKIN 
 
Çawa operasyonên din têk çûn, ev operasyon jî wê bi rêyên siyasî, dîplomatîk û hiqûqî bê têkbirin. Dewleta Tirk û hevkarên xwe wê bi ser nekevin û karwanê azadiyê wê li ser rêya xwe bimeşe û bigihê encamê. Bi vê munasebetê em weke KNK, vê êrîşa hovane û bê hiqûqî şermezar dikin û ji dem û dezgehên ragihandina Kurdî re carek din piştgiriya xwe diyar dikin û berxwedana wan pîroz dikin."