Bîranîna Qirkirina Ermenan a li Kadikoyê hate qedexekirin

  • rojane
  • 12:16 23 Nîsan 2024
  • |
img
STENBOL - Platforma Bîranîna 24’ê Nîsanê dixwest di salvegera 109’an a Qirkirina Ermenan de li Kadikoyê merasîma bîranînê li dar bixe lê ji hêla Walîtiya Stenbolê ve hate qedexekirin. 
 
Platforma Bîranîna 24’ê Nîsanê dixwest bi boneya 109’emîn Qirkirina Ermenan a di 24’ê Nîsana sala 1915’an de li pêşiya Operaya Sureyya ya li navçeya Kadikoy a Stenbolê merasîma bîranînê li dar bixe. Lê merasîm ji hêla Walîtiya Stenbolê ve hate qedexekirin. 
 
Tê payîn ku Platforma Bîranînê ya 24’ê Nîsanê têkildarî qedexeyê daxuyaniyê bide.