Rojnamevan Arslan: Êrişa li dijî televizyonan ji polîtîkayên şer ne serbixwe ye

  • rojane
  • 11:51 23 Nîsan 2024
  • |
AMED - Edîtora Medya Haber Tv’yê Heval Arslan bertek nîşanî serdegirtina studyoyên Stêrk Tv û Medya Haber Tv’yê da û anî ziman ku êriş ji polîtîkayên şer ên dewleta tirk ne serbixwe ye. 
 
Polîsên Belçîkayê bi ser studyoyên Stêrk Tv û Medya Haber Tv’yê yên li Belçîkayê weşan dikin de girtin. Zêdetirî 200’an polîsan herêma ku studyoyên televizyonan lê ne dorpêç kirin. Polîsên ku 4 saetan li avahiya televizyonan man, kompîtûr desteserkirin. Polîsan her wiha ji bo ku weşanên televîzyonan asteng bikin qabloyên weşanê û ceyranê birîne.  
 
Edîtora Medya Haberê Hevalê Arslan anî ziman ku zêdetirî 200 polîsan saet di 01.00’an de bi şîrketên Roj NV, Stêrk Production û Hîvronê ku ji Medya Haber Tv û Stêrk Tv’yê re xebata produksiyonê dikin û studyoyên girêdayî wan de girtine. 
 
Arslan, diyar kir ku destûr nayê dayîn ku kes bikeve saziyê û anî ziman ku deriyê studyoyên televizyonan hatiye şikandin. Arslan, axaftina xwe wiha domand: “Hemû ode ser û bin kirine, hemû materyalên xebatê hatine parçe kirin. Qablo bi temamî hatine jêkirin û televizyon anîne asta ku nikare bixebite.”
 
SERDEGIRTIN PIŞTÎ SERDANA HAKAN FÎDAN HATE KIRIN 
 
Arslan, bal kişand ser dema serdegirtina polîsan û diyar kir ku watedare piştî serdana Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan a li Belçîkayê ev serdegirtin çêbûye. Arslan got ku “Ev rewş ji peymana di nav dewletên NATO’yê û dewleta tirk de ne serbixwe ye” û destnîşan kir ku tiştên qewimîn ji polîtîkayên qirkirinê yên li dijî gelê kurd ne serbixwe ye.
 
ÊRIŞA LI DIJÎ MAFÊ AGAHÎ WERGIRTINÊ YE
 
Arslan, gotinên xwe wiha domandin: “Ji ber ku her du televizyonên li vir weşanê dikin polîtîkayên qirêj ên dewleta tirk û polîtîkayên wê yên şer û qirkirinê teşhîr dikin û hewl didin dengê gelê kurd ragihînin. Ne tesaduf e ku her du televizyonên me hedef bên girtin. Bi temamî girêdayî polîtîkayên şer ên dewleta tirk e. Girêdayî êrişên dewleta tirk ku dixwaze li dijî Başûrê Kurdistan û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bide destpêkirine. Di vê pêvajoyê de qet nayê xwestin ku dengê gelê kurd bê bîhistin. Ev êrişeke li dijî çapemeniya azad, azadiya îfadeyê û mafê wergirtina agahiyan a gelê kurd e. Bi tu awayî nayê qebûlkirin. Ev êrişeke li dijî azadiya çapemeniyê ya li gelemperiya cîhanê ye.”