ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2024'AN

  • rojane
  • 09:00 23 Nîsan 2024
  • |
img
* Derket holê ku qeyûmê ku di 5 salan de ji budçeya nivîsgehê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê zêdetirî 20 milyon TL xerc kiriye, ji bo parlementerên AKP'î bilêtên balafirê jî stendiye. 
 
* Li gundê Eskar ê Pasûrê, çiya bseranser hêşîn bûn û gelî veguherîn sûlavan. 
 
* Parêzerê astengdarê derûnî Ûgûr Gezer ê ku piştî hedefgirtinê hat girtin Şemdîn Şahîn, diyar kir ku tehliyeta sûc a Gezer tune ye û xwest demildest dawî li vê bêhiqûqîtiyê bê û bê berdan. 
 
* Berdevkê Meclisa Kedê ya HDK'ê ya Stenbolê Şiyar Şevlî diyar kir ku ew ê îsal bi dirûşmeya "Ji bo nan û aştiyê  azadî" li Qada Taksîmê bin û got: "Îro pirsgirêka azadiyê û daxwazên aboriyê du parçe ne ku ji hev nayên veqetandin."
 
* Necîfe Îşlek a 75 salî ku 8 sal in nikare kurê xwe yê girtî bibîne, diyar kir ku kurê wê êdî hevdîtina bi telefonê jî qebûl nake û got: "Ez êdî dengê wî jî nabihîzim."
 
* Bi ser Qirkirina Ermenan re 109 sal derbas bûn. Nivîskar Mûrad Mihçi got ku qirkirin encama feraseta netewedewletê bû û wiha got: “Li vê xakê bi êşan re hevrûbûnek çênabe lewma qirkirin didomin.” 
 
* Rêxistina DEM Partiyê dê têkildarî girtina Makbûle Ozer li avahiya partiya xwe daxuyaniyê bide. (12.30)
 
* Nobeta Edaletê ya Emîne Yaşar a li Enqereyê dê berdewam bike. (13.00 - 17.00) 
 
* Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê li rûniştina taybet a 23’yê Nîsanê ya taybet de biaxive. (14.00) 
 
* 9’emîn Mîhrîcana Şanoyê ya bi pêşengtiya Şanoya Bajarê Mezin a Amedê ve tê organîzekirin dê di roja 6’emîn de bidome. (15.00-18.00-20.00)
 
* Rêxistina DEM Partiyê ya Enqereyê dê bi boneya 1’ê Gulanê li avahiya partiya xwe fîlm nîşan bide û gotûbêjê li dar bixe. (17.00) 
 
* Rêxistina DEM Partiyê ya Şîşliyê dê di salvegera Qirkirina Ermenan de li Îstasyona Metro ya Pangaltiyê komkujiyê şermezar bike. (19.15)