Li Bagokê dengê çekan bilind dibe

  • rojane
  • 15:32 22 Nîsan 2024
  • |
img
MÊRDÎN - Li Çiyayê Bagokê piştî Walîtiyê qedexeya 15 rojan îlan kir dengê çekan li herêmê bilind bû. 
 
 
Walîtiya Mêrdînê li gundên Xirabêmişka, Marînê, Badibbê, Qutbî û Sîderî yên li qontara çiyayê Bagokê ne, heta 15 rojan "Herêma taybet a ewlehiyê" îlan kir. Walîtiyê bi dawuyaniyekê diyar kir ku qetexe di 22'ê nîsanê (îro) de dest pê dike û heta 6'ê gulanê berdewam dike. Piştî walîtiyê herêm ji çûn û hatinê re qedexe kir, dengê bombeyan li herêmê bilind bû. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin balafirên şer li Gundên Dora Kevir, Dora Koçek û Kevirê Reş û herêmên ku goristanên PKK’iyan lê heye, bombe barandin. Dîsa li herêma GunDê Xirabêmişka dengê çekan bilind bû. Ji ber balafirên şer herêmê bombe dike û dengê çekan bilind dibe, welatî nikarin ji malên xwe derkevin derve. Gundiyan anîn ziman ku li herêmê şer dest pê kiriye.