Polîsan li Dêrsimê 5 û li Rihayê jî kesek binçav kirin

  • rojane
  • 12:01 22 Nîsan 2024
  • |
img
NAVENDA NUÇEYAN- Polîsan li Dêrsim û navçeya Qisleyê bi ser gelek malan de girt û 5 kes binçav kirin. Li Dîlokê jî kesek binçav kirin. 
 
Polîsan li navçeya Qisleyê ya Dêrsimê û navenda  Dêrsimê bi ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de 5 kes binçav kirin. Polîsan li Dêrsimê Makbule Nakiş, Emine û Eylem û li Qisleyê jî Torun Dilsiz (71) û keça wê Ozlem Dilsiz Çakmak binçav kirin. Hat zanîn ku Torûn Dîlsiz nexweş e. 
 
GOTIN KARGO HEYE Û BINÇAV KIRIN
 
Li navçeya Şehit Kamil a Dîlokê jî polîsan ciwanê 24 salî Menderez Geçkal binçav kirin. Polîsan gotin kargoya te heye û ciwanê 24 salî Menderes Geçgel binçav kirin.