Di lijneya KNK’ê de bal kişandin ser ‘yekitiyê’

  • rojane
  • 15:36 21 Nîsan 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Lijneya KNK’ê berdewam dike û di lijneyê de hat gotin ku mezintirîn “astengiya” li pêşiya yekitiya neteweyî ya gelê kurd PDK ye. Hat gotin ku destkeftiyên kurdan dikare bi yekitiya neteweyî bên parastin. 
 
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) civîna xwe ya dema navber a 22’yemîn Civata Giştî li Deen Hag ê Hollandayê li dar dixe. Civîn duh bi dirûşma “Di têkoşîna rizgarî û azadiya Kurdistanê de rêya serketinê yekitî ye” hate lidarxistin. Civîn bi tevlibûna delegeyan, nûneriyên partiyên siyasî, nivîskar, rewşenbîr û nûneriyên saziyan di rojan 2’yan de dewam kir. Di civîna îro de ji ewil êrişa dewleta tirk a li dijî qada Metînayê ya Herêma Federe ya Kurdistanê hate şermezarkirin û piştre rapora fealiyetan hate xwendin. 
 
Piştre Hevserokên KNK’ê Zeynep Mûrad û Ahmet Karamûs mafê axaftinê girtin û axivîn.
 
KARAMUS: PDK’Ê RANDEVÛ NEDA
 
Karamûs der barê xebatên siyasî yên di sala 100’an a Lozanê de li ser navê yekitiya di navbera kurdan de hatine meşandin agahî dan û got: “PDK li pêşiya yekitiya kurdan asteng e.”
 
Karamûs weke KNK qala hewldanên xwe yên li başûrê Kurdistanê kir û ev tişt anî ziman: “Weke şandeya KNK’ê me xwest bi birêz Mesûd Barzanî re hevdîtinê bikin. Me randevû xwest. Li Hewlêrê weke şande em bi qasî heftiyekê man. Bersiv ji daxwazên me yên randevûyê re nehat dayîn. Piştre me xwest bi birêz Nêçîrvan Barzanî re hevdîtinê bikin. Lê wî jî ti bersiv ji bo daxwaza me ya randevûyê neda. Daxwazên me yên hevdîtinê yên di çarçoveya xebat û hewldanên me yên ji bo yekitiya neteweyî de, bi erênî encam nabin. Ti bendewarî û sîtema me li hemberî ENKS’ê nîne. Li holê ye ku ENKS bi temamî di bin kontrola dewleta tirk û îstixbara wê de ye. Lewma ji bo xebatên yekitiya neteweyî, ti bendewariya me ji wan nîne.”
 
‘TEKANE RÊ YEKITÎ YE’
 
Piştre jî Hevserok Zeynep Mûrad jî têkildarî xebatên li başûrê Kurdistanê axivî. Zeynep Mûrat helwesta PDK’ê rexne kir û destnîşan kir ku di sedsala nû de ji bo destkeftiyên kurdan bên parastin û kurd mafên xwe yên demokratîk û azadiya xwe bi dest bixin, yekane rê yekitî ye.
 
Piştî axaftinên hevserokan, civîn bi nîqaşên têkildarî xebatên heyî yên KNK’ê û xebatên ji bo siberojê, dewam dike.