Maça ‘şampiyoniyê’ ya Amedsporê dest pê kir

  • rojane
  • 15:32 21 Nîsan 2024
  • |
img
AMED - Maça Amedspor-Igdirsporê dest pê kir. 
 
Maça di navbera Amedspor û Igdirsporê de li Stadyuma Tahir Elçî dest pê kir. Ev maç weke maça şampiyoniyê ya Amedsporê tê pênasekirin û bi deh hezaran alîgiran seha tije kirine. Ji Şirnex, Îdîr, Wan, Êlih, Mêrdîn, Riha, Sêrt, Colemêrg, Bêdlîs, Stenbol, Edene, Îzmîr û gelek bajarên din bi hezaran alîgir hatine Amedê. 
 
Maç saet di 15.00'ê de dest pê kir û li ser qenala TFF’ê ya Youtubeyê zindî tê weşandin. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo kesên bilêt peyda nekirin jî li Park Orman û Kent Meydaniyê ekranên mezin ên ledê danî.