Kenan Bakay piştî 30 salan hate berdan

  • rojane
  • 15:19 21 Nîsan 2024
  • |
img
SÊRT - Kenan Bakay ê li Girtîgeha Şakran a Îzmîrê dihat ragirtin, piştî 30 salan hate berdan. Bakay, li Sêrtê bi girseyî hate pêşwazîkirin. 
 
Kenan Bakay ku li Girtîgeha Şakranê ya Îzmîrê dihat ragirtin, piştî 30 salan duh hate berdan. Bakay, di sala 1994’an de li gundê Lêfê yê girêdayî navenda Sêrtê hate binçavkirin. Bakay, li Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) hate darizandin û bi îdiaya “xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” cezayê muebbetê lê hate birîn. Bakay, di pêvajoya 30 salan de li girtîgehên Sêrt, Amed, Ordu û herî dawî jî li Girtîgeha Şakranê ya Îzmîrê ma û duh hate berdan. 
 
Bakay, îro derbasî bajarê xwe Sêrtê bû. Bakay, ji hêla nûnertiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) ya Sêrtê, endam û rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û gelek kesan ve bi girseyî hate pêşwazîkirin.