Çandar: Rêzê ji bo îradeya gel bigirin

  • rojane
  • 15:01 21 Nîsan 2024
  • |
img
AMED - Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çandar çû serdana Şaredariya Sûrê ku hedef tê nîşandan û wiha bang li hikûmetê kir: “Ji bo îradeya gel rêzgir bin.” 
 
Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Amedê Cengîz Çandar çû serdana Şaredariya Sûrê ya Amedê ku medyaya îktîdarê ji ber gotinên welatiyekî astengdar hedef nîşan dabû. Çandar, ji hêla Hevşaredarên Sûrê Adnan Orhan û Fatma Gulan ve hate pêşwazîkirin. Çandar, di serdanê de got ku bi hilbijartina 31’ê Adarê re rejîma qeyûm bi dawî bû û ev tişt anî ziman: “Xuyaye ku hinek derdor vê rewşê ranagirin. Hewl didin dîsa rejîma qeyûm bikin rojev û li pey provakasyonan e.” 
 
Çandar, axaftina xwe wiha qedand: “Encamek ji skandala mazbatayê ya Wanê negirtin û dê hewldanên wan ên ji bo Sûr, Bajarê Mezin a Amedê û Bajarê Mezin a Mêrdînê jî bi ser nekeve. Dixwazim çendek tiştan ji bo wezîrê dadê re bibêjim; tê zanîn ku kursiyê wî diheje. Di serdema wî de li Tirkiyeyê bi navê edaletê tiştek nema. Lewma divê bi lêpirsînên siyasî yên erzan serî li dek û dolaban nede. Dê nekare li vir encamekî bi dest bixe. Ji ber ku tu sûcekî Şaredariya Sûrê pê tawanbar bike tune ye. Tu xeletî têkildarî Şaredariya Sûrê de nînin. Divê xwediyên îktîdarê êdî hînî rêzgirtina ji bo îradeya gel bibin.”