Li Amedê beriya maçê coşa ‘şampiyontiyê’

  • rojane
  • 14:04 21 Nîsan 2024
  • |

AMED - Bi deh hezaran alîgirên Amedsporê beriya maça bi Igdirsporê re ku ji bo şampiyontiyê maçeke krîtîk e, herikîn stadê. 

Amedspor ku li Koma Sor a Lîga 2’yemîn a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) dilîze, îro li sehaya xwe bi Igdirsporê re dilîze. Heke Amedspor vê maçê qezenc bike dê şampiyonbûna xwe teqez bike. 
 
Bi deh hezaran alîgirên Amedsporê beriya maça krîtîk diherikin Stadyuma Tahir Elçî. Ji Şirnex, Îdir, Wan, Êlih, Mêrdîn, Riha, Sêrt, Colemêrg, Bêdlîs, Stenbol, Edene, Îzmîr û gelek bajarên din bi hezaran kes hatine Amedê. Alîgirên ji Rihayê hatin dirûşma “Riha Amed yek welat e” berz kirin û şirnexiyan jî li pêşiya stadê li ber dahol û zirneyan govend gerandin. 
 
Maç dê saet di 15.00'ê de dest pê bike û li ser qenala TFF’ê ya Youtubeyê zindî were weşandin. Heta niha 33 hezar bilêt hatine firotin û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo kesên bilêt peyda nekirin jî li Park Orman û Kent Meydaniyê ekranên mezin ên ledê danî. 
 
Serokê Amedsporê Azîz Elaldi gotibû ku ji derveyî bajar milyonek kes dê bên bajar.