Beriya maça Amedspor-Igdirsporê 2 kes hatin binçavkirin

  • rojane
  • 12:49 21 Nîsan 2024
  • |
img
AMED - Du alîgirên Amedsporê yên ji bo temaşekirina maça Amedspor-Igdirsporê hatin stadê hatin binçavkirin. 
 
Amedspor dê îro li sehaya xwe bi Igdirsporê re bilîze. Ji bo şampiyoniyê maçeke krîtîk e. Maç dê saet di 15.00’an de bê lîstin lê ji niha ve bi hezaran alîgirên Amedsporê diherikin stadê. 2 alîgirên Amedsporê yên derbasî stadê bûn ji hêla polîsan ve hatin binçavkirin. Sedema binçavkirina wan nehat zanîn. Alîgirên li stadê bertek nîşanî binçavkirinan dan û polîs protesto kirin.