Rejîma Îranê 10 sal cezayê hefsê da mamosteya kurdî

  • rojane
  • 11:50 21 Nîsan 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rejîma Îranê 10 sal cezayê hefsê da mamosteya zimanê kurdî Soma Pur Muhammedî. 

Dadgeha Şoreşê ya Îranê 10 sal cezayê hefsê da Soma Pur Muhammedî ku li bajarê Sine yê rojhilatê Kurdistanê mamostetiya zimanê kurdî dikir. Soma Pur Muhammedî di heman demê de endama Lijneya Rêveber a Meclisa Nûjînê ye. Rejîma Îranê Muhammedî bi îdiaya “Kom û rêxistinên zirarê didin ewlehiya Îranê birêxistin dike” tawanbar dike. 
 
Di demên berê de jî bi îdiaya sûcê “zirar gihandiye ewlehiya cemaweriyê” salek cezayê hefsê li Soma Pur Muhammedî hatibû birîn.