Metîna bi dijwarî tê bombebarankirin

  • rojane
  • 11:36 21 Nîsan 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN  - Herêma Metînayê ya başûrê Kurdistanê bi roja ye bi awayekî dijwar tê bombebarankirin. 

Beriya serdana serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan a Bexda û Hewlêrê, li dijî herêma Metînayê ya Herêma Federe ya Kurdistanê êrişeke berfireh hate destpêkirin. Li gorî nûçeya ANF’ê; êriş di şeva 16’ê nîsanê de dest pê kir. Herêma gundên Asê, Yekmalê, Xirabê, Xankê û Şêlazê yên Metînayê bi dijwarî tên bombebarankirin. 
 
Di şevên 17, 18 û 19’ê nîsanê de jî qadên Girê Çarçel û Girê Ortê bi helîkopter û balafirên şer hatin bomberankirin. Her wiha di şeva 19’ê nîsanê de pêla êrişê ji qadên Şêlazê ber bi qada Dergelê ve hate berfirehkirin. 
 
Hat ragihandin ku êriş li qadên Girê Hekarî, Girê Çarçel, Girê Şehîd Çekdar, Girê Şehîd Piling, Girê Ortê, Asê, Yekmalê, Xirabê, Xankê, Şêlazê û Dergelê berdewam dikin.