Amedsporê ji ber ‘bilêtên sexte’ hişyarî da

  • rojane
  • 10:14 21 Nîsan 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Amedsporê beriya maça krîtîk a bi Igdirsporê re hişyariya “bilêtên sexte” li alîgirên xwe kir. 
 
Amedspor ku di Koma Sor a Lîga 2’yemîn a TFF’ê de ji bo şampiyanbûnê têdikoşe, beriya maça krîtîk a bi Igdirsporê re têkildarî “bilêtên sexte” alîgirên xwe hişyar kir. Beriya maça ku dê îro saet di 15.00'ê de li Amedê were lîstin, firotina formayan rekor şikand û bilêt di nava çendek deqeyan de xelas bûn. Amesporê, beriya maçê banga “Bilêtên xwe kontrol bikin” li alîgirên xwe kir. 
 
Têkildarî mijarê li ser hesaba fermî ya kulubê ev peyam hate parvekirin: 
 
“* Alîgirên me yên hêja, ji duh ve karûbarê firotina bilêtan bi dawî bûye. Bilêtên li derveyî noqteyên firotina bilêtan ên kuluba me destnîşan kirine,  sexte ne. Çapkirina bilêtên sexte û hatina stadyumê ya bi bilêtên sexte ‘sûcekî cezaî ye.’ Em ji alîgirên xwe yên bilêt wernegirtin rica dikin ku ji bo mexdûr nebin bilêtan bi rêyên cuda wernegirin û firsendê nedin yên bi qaçaxî van bilêtan difiroşin. 
 
* Dema karekodên bilêtên sexte hatin xwendin, navnîşana malpera http://amedstore.com.tr derdikeve. Di bilêtên orjînal de dema karekodê didin xwendin, hejmara bilêtê derdikeve. Em rica dikin ku alîgirên me di vê mijarê de hişyar tevbigerin.
 
* Weke ku di mînaka bilêta sexte de jî tê dîtin, bilêtên sexte xwar hatine birîn. Bilêtên orjînal bi awayekî rast hatine birîn. Em rica dikin ku alîgirên me di vê mijarê de baldar bin. 
 
* Dê derheqê kesên bi bilêtên sexte ketine stadê karûbarên yasayî bên kirin lewma beriya bên stadê bila her kes bilêta xwe kontrol bike bê ka sexte ye yan na. Em alîgirên xwe hişyar dikin û dibêjin ku ji bilî noqteyên firotina bilêtan ên kuluba me destnîşan kirine, guh nedin cihên din. Ji rewşên encamên neyînî rêveberiya me dê berpirsyar nebe.”