Beriya serdana Erdogan li dijî Metînayê êrişeke nû hate destpêkirin

  • rojane
  • 10:06 21 Nîsan 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Beriya serdana serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan a Bexda û Hewlêrê, li dijî herêma Metînayê êrişeke nû hate destpêkirin. 

Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan piştî 12 salan dê biçe serdana Bexdayê. Piştre jî Erdogan dê derbasî Hewlêrê bibe. Tê payîn ku di serdanan de mijara êrişên li dijî Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Federe ya Kurdistanê jî bên nîqaşkirin. 
 
Beriya serdana Erdogan, li dijî herêma Metînayê êrişeke nû hate destpêkirin. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF); êrişeke berfireh li dijî Metînayê hatiye destpêkirin û HPG dê di saetên pêş de têkildarî mijarê daxuyaniyê bide.