Albayrak ê AKPî li Xelfetiyê 460 milyon û 601 hezar TL deyn hişt û çû

  • rojane
  • 09:21 21 Nîsan 2024
  • |
img
RIHA - Şeref Albayrakê ku di sala 2016'an de wekî qeyûm tayinî Xelfetiyê hat kirin û di sala 2019'an de jî bi hilbijêrên veguhastî ji AKP'ê wekî şaredar hat hilbijartin, çendî bi 438 mal û milkên şaredariyê bi 588 milyon TL'yî firot jî, 460 milyon û 601 hezar TL deyn ji şaredariyê re hişt û çû. 
 
Şeref Albayrakê ku di sala 2016'an de wekî qeyûm tayinî Şaredariya Xelfetiyê hat kirin, di sala 2019'an de jî ji AKPê hat hilbijartin. Albayrak, gava di 31'ê Adarê de Partiya Wekhî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) şaredariyê ji wî stend, li dûr xwe gelek deyn hiştin. Albayrak, 438 mal û milkên şaredariyê bi 588 milyon TL'yî firotiye, lê gava çû 460 milyon û 601 hezar TL deyn hiştiye.
 
Şaredariya Xelfetiyê, gava di destê partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de bû, di 23'yê Kanûna 2016'an de qeyûm tayinî wê hat kirin. Şeref Albayrak wekî qeyûm hat tayinkirin. Albayrakê ku gava hat tayinkirin deynê şaredariyê tune bû, lê di demeke kurt de gelek mal û milkên şaredariyê firotin û ew di bin deynan de hişt. Albayrak di sala 2016'an de ji AKP'ê hat hilbijartin û bû Şaredarê Xelfetiyê. Lê belê di hilbijartinên 31'ê Adara 2024'an de piştî ku DEM Partî bi ser ket û Albayrak çû, rêveberiya nû rastî deynekî gelekî zêde hat. Albayrak, çendî bi sedan mal û milkên şaredariyê firotiye jî, li dû xwe 460 milyon û 601 hezar TL deyn hiştiye. 
 
Hevşaredarê Xelfetiyê Mehmet Karayilan ku got wan gelek nelirêtî tespît kirine, texrîbata ku qeyûm û şaredarê AKP'î li Xelfetiyê kirine ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re vegot. 
 
Karayilan diyar kir ku wan bi derfetên kêm dest bi xizmetê kiriye û got ku maliyeta xisara 7 salên dawî ji ya xuya dike pir wêdetir e. 
 
'EM Ê HESAB BIPIRSIN'
 
Karayilan got: “Li dû xwe hisûmet hişt, gel veder kirin. Erd û mêrgên xelkê firotin. Vê yekê jî xwesteka jiyana bi hev re qels kir. Bi ser de jî 488 mal û milkên şaredariyê bi 588 milyon TL'yî firotiye, lê nayê zanîn ku pere li ku ne. Her wiha 460 milyon û 601 hezar û 277 TL deyn jî çêkiriye. Tu xizmeteke xuya nake ku ev pere ji bo wan hatibe xerckirin. Me komîsyonek ava kir û em ê fatûreyên sixte tespît bikin. Em ê çavkaniya deynan û diziyê tespît bikin. Dema tespîta me biqede, em ê van tiştan bi gelê xwe r eparve bikin û paşê em ê li hizûra hiqûqê hesab bipirsin."
 
Karayilan destnîşan kir ku deriyên şaredariyê ji xeynî kesên ku diziyê dikin, rantxuriyê dikin û bi dijminî êrişî nirxên gel dikin, ji her kesî re vekiriye û got: "Em ê bibin hevşaredarê her kesî. Deriyê me wê ji her kesî re vekirî be. Ji bo cihêkariya ku qeyûm afirandiye, ji holê bê rakirin çi ji destê me bê em ê bikin. Em ê zemîna jiyana bi hev re xurt bikin." 
 
MA / Emrûllah Acar