Şaredarê YRP’î bi micirkirina pêşiya avahiyê xwe dest bi kar kir

  • rojane
  • 12:09 20 Nîsan 2024
  • |
img
RIHA - Şaredarê Yenîden Refahê yê navçeya navendî ya Karakopruya Rihayê Nîhat Çîftçî bi wesayîtên şeredariyê bi rijandina micira li pêşiya avahiyê xwe, dest bi kar kir. 
 
Şaredariya Karakopruya Rihayê di 31’ê adarê de ket destê Nîhat Çîftçî yê ji Partiya Yenîden Refahê. Dikanên şaredar Çîftçî jî li ser Cadeya Bulwara Buluntu Hoca hene û Çîftçî bi rijandina micira li pêşiya dikanên xwe dest bi kar kir. Fîrmaya Çîftkar Group a malbata Çîftçî, bi navê Çîftkar My Life sîteyekî ku ji çar blokan pêk tê çêkir. Xebata şaredariyê ya li pêşiya sîteyê ji hêla welatiyekî ve bi kamereya telefonê hate qeydkirin. 
 
Di dîmenan de tê dîtin ku li pêşiya avahiyên ku hatine çêkirin, wesayîta ku amblema şaredariyê li ser e micirê hatiye rijandin rast dike. Dema kişandin tê kirin hat îdiakirin ku birayê Çîftçî jî ketiye di nav dîmenê de û ji ajokarê meşîneya kar re ferman dide ku kar bide sekinandin û ji cihê kar dûr bikeve.