Li Colemêrgê hezaz çêbû: Pez di bin axê de man

  • rojane
  • 12:07 20 Nîsan 2024
  • |
img
COLEMÊRG - Ji ber hezaza li Colemêrgê çêbû, pez di bin axê de man.
 
Li gundê Dêzê yê girêdayî navendê duh bi şev hezaz çêbû. Nêzî hevşiyê ku pez lê dihate ragirtin hezaz çêbû û bi dehan pez di bin axê de man. Xwediyên sewalan piştî hezazê li Navenda Banga Lezgîn a 112’yê geriyan û alîkarî xwestin. Li ser îxbara hate kirin tîmên AFAD’ê, cendermeyan û Îdareya Taybet a Bajêr sewqî wir hatin kirin. 
 
Tîman, ji bo ku sewalên di bin axê de mane derxînin bi maşîneyên kar dest bi xebatê kirin.