ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2024'AN

  • rojane
  • 09:00 20 Nîsan 2024
  • |
img
* Hevserokê PYD’ê Salîh Muslim destnîşan kir ku divê gelê kurd li dijî êrişan yekitiya xwe pêk bîne û destnîşan kir ku dewleta tirk PKK’ê dike hincet û Kerkuk, Mûsil û Silêmaniyê armanc dike. 
 
* Şaredarê AKP'î Mehmet Yarka ku soza çareserkirina pirsgirêka avê ya Şirnexê dabû, di hefteya ewil de bajar bê av hişt. Şirnexiyan bertek nişan da û gotin: "Ew kesê ku bi îradeya me nehatine hilbijartin dê ji bo me tiştekî jî nekin. Bila bes derewan bikin." 
 
* Hevseroka MATÛHAYDER'ê Dîlek Sonmez Demîrê diyar kir ku wê bi rakirina tecrîdê li Tirkiyeyê rewşeke asayî rû bide û got: "Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan tê wateya ku civak bêhnê bistîne. Werin em bi hev re vî deriyî vekin."
 
* Li Stenbolê wê cihê 1'ê Gulanê Qada Taksîmê be. Nûnerên sendîkayan bang li hemû beşên civakê kirin ku li Taksîmê daxwazên xwe bînin zimên.
 
* Ji ber nameya girtiya bi navê Rozerîn Kalkan a ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hat desteserkirin, berdana Kalkanê 11 mehan hat taloqkirin. Parêzer Fevzî Adsiz got ku rêveberiya girtîgehê rasterast bi mantiqa cezakirinê hereket kiriye. 
 
* Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê Parêzer Azîz Sari diyar kir ku girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê 3 sal in ji ber ku "lêgerîna li hundirê dev" qebûl nakin, nayên dermankirin.
 
* Gelê Wanê yê li dijî xespkirina qeyûm berxwedanekî mezin nîşan daye anî ziman ku daxwaza wan ji holê rakirina texrîbatên qeyûm in. Gelê ku gotiye “Bila komîsyonên taxan werin avakirin” da zanîn ku pirsgirêk dê rêvebirina bi hev re ve ji holê werin rakirin. 
 
* Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan beriya civîna ku wê encamên hilbijartinê yên partiya xwe binirxîne wê li avahiya Navenda DEM Partiyê nirxandinan bike (10.30) ZINDÎ
 
* Şaxa OHD’a Stenbolê wê 3’yemîn lijneya xwe ya giştî ya asayî li Navenda Çand û Hunerê ya Nazim Hîkmet a Şîşlî ya Stenbolê li dar bixe. (11.00) 
 
* Dayikên Şemiyê ji bo pirsîna aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û darizandina faîlên wan, dê di hefteya 995’an de li Qada Galatasarayê kom bin û çalakiya xwe pêk bînin. (12.00)
 
* ÎHD û Malbatên Windakiriyan dê li Amed û Êlihê çalakiya “Bila windakirî bên dîtin û faîl bên darizandin” li dar bixin. (12.00)
 
* ÎHD ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dê li Îzmîr û Enqereyê daxuyaniyê bide. (13.00) Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê dê di hefteya 630’an de li pêşiya avahiya şaxê çalakiya xwe ya “Rûniştina F” li dar bixe. (13.30)
 
* Çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê ya li Enqereyê dê bidome. (13.00-17.00)