Halîse Aksoy ji girtîgehê derket: Dil û hişê min li ser girtîgehê ye

  • rojane
  • 16:59 19 Nîsan 2024
  • |
AMED - Halîse Aksoy a ku bi îfadeyên îtîrafkar Ûmît Akbîyik hat girtin, piştî biryara tehliyeyê ji girtîgehê derket. Aksoy a ku di derketina girtîgehê de bi kulîlkan hat pêşwazîkirin wiha got: “Ez derketim lê dil û hişê min li ser girtîgehê ye.”
 
Sêyemîn danişîna doza Halîse Aksoy a ku hestiyên kurê wê yê HPG'î Agît Îpek di sindoqê de radestî wê hatin kirin û bi îfadeyên îtîrafkar Ûmît Akbîyik hatibû girtin, îro danê sibê li 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Dadgehê bi hinceta ku gumana reva wê ya derveyî welat tune ye biryara berdanê da û danişîn taloqî 18'ê îlonê kir. Halîse Aksoy, ji aliyê malbatê, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Hevşaredara Rezanê ya Amedê Leyla Ayaz, TUAY-DER’a Amedê, MED TUHAD-FED, MEBYA-DER, Komeleya Jinê ya Rosayê, Dayikên Aştiyê û gelek welatiyan ve hat pêşwazîkirin. 
 
‘BILA HEVALÊN ME YÊN LI DERVE HAY JI ME HEBIN’ 
 
Aksoy, li pêşiya girtîgehê bi dirûşmeyên “jin, jiyan, azadî”, “bijî berxwedana zîndanan” û bi kulîlkan hat pêşwazîkirin. Aksoy, bi awayekî kurt axivî û da zanîn ku ew derket lê dil û hişê wê li girtîgehê ma. Aksoy, got ku ji xwe jiyana wan weke zindanê ye û wiha berdewam kir: “Ma ez derketim dê çi bibe? Hevalên me tev di hundir de ne. Hê hêsir di çavên me de ne. Hêvîdar im hemû hevalên me yên li hundir jî bên berdan. Bi xêrhatina we hemûyan dikim. Hevalan gotin bila hevalên me yên li der ve jî hay ji me hebin. Silavên xwe şandin. Moralê wan xweş e.”