Sîteya 186 kesan lê jiyana xwe ji dest dayî qaçax hatiye çêkirin

  • rojane
  • 15:14 19 Nîsan 2024
  • |
img
DÎLOK - Di erdheja 6’ê Sibatê de 186 kesan di Sîteya Mugelerê ya navçeya Islehiyeyê de jiyana xwe ji dest dabûn. Derket holê ku sîte bi qaçaxî hatiye çêkirin. 
 
Di erdheja 6’ê sibatê de ku navenda wê Dîlok bû, li navçeya Dîlokê Islehiyeyê Sîteya Mugler a ji 8 bloqan pêk dihat jî hilweşiya. Derket holê ku ev avahî bi qaçaxî hatiye çêkirin û rûxseta wê jî 11 sal piştre bi ewraqê derusûlî hatiye girtin. Di sîteyê de 186 welatiyan jiyana xwe ji dest dabûn. 
 
Lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Islehiyeyê dabû destpêkirin temam bû. Di çarçoveya lêpirsînê de 11 jê girtî bi giştî 15 bersûc ji ber sûcê “bi qisûra zanebûn bûne sedema mirin û birîndarbûna gelek kesan” tên darizandin. Ji her bersûcekî re ji 2 sal û 8 mehan heta 22 sal û 6 mehan cezayê hefsê tê xwestin. Îdianame hate amedekirin û ji hêla Dadgeha Cezayên Giran a Islehiyeyê ve hate qebûlkirin. 
 
DI 2008’Ê DE WEKE KU NÛ BE HAT RÛXSETKIRIN 
 
Di îdianameyê de hat gotin ku di navbera salên 1994-1997’an de bêyî proje were amadekirin, beriya berpirsyarê sepana teknîkî were tayînkirin hatiye amadekirin, di sala 2008’an de weke ku avahî nû be rûxset hatiye dayîn. Li gorî rapora kesê pispor a Zanîngeha Teknîkê ya Karadenîzê, ji ber ku di dema qonaxa projeyê de etûda zemînê, raporên hesaba statîk û projeya statîk tune bû, di dîroka bi awayekî fiîlî hatiye çêkirin de berpirsyartî dikeve ser xwediyê avahî yan jî karsazê çêkirina avahî li xwe girtî. 
 
Her wiha hat gotin ku melzemeyên ne bi qelîte hatine bikaranîn û ji vê rewşê xwediyê malê, mitehit an jî karsazê çêkirina avahî li xwe girtî û xebatkarên yekîneya kontrolkirina avahiyan berpirsyar in. Her wiha di raporê de hat destnîşankirin ku ji hêla dîroka rûxsedayînê ve mikelefê statîk, rayedar/rayedarên şîrketa venêrîna avahiyan, venêrê projeya statîk û kesên peywira kontrola rûxsetkirina avahiyan jê berpirsyar in. 
 
RÛXSET NEHATIYE DAYÎN
 
Di îdianameyê de hat gotin ku avahî di navbera salên 1994-1997’an de bêyî rûxset (qaçax) hatiye çêkirin, bêyî ku esasên di qanûnê de bên bicihanîn hatiye çêkirin, bêyî proyeke hebe hatiye avakirin û bêyî berpirsyarekî teknîkê hebe hatiye çêkirin. 
 
Her wiha hat tespîtkirin ku avahî bêyî guh bidin usûlên di qanûna îmarê de hatiye çêkirin, di dema rûxsetdayîna avahiyan de diviyabû li gorî danezanên nûjen ên heyî bihata sererastkirin lê ev yek hatiye paşguhkirin, rûxset jî weke ku avahiyeke nû be hatiye dayîn.