Derbarê welatiyê got ku ‘Biaxive tu ji kû yî’ de lêpirsîn hate destpêkirin

  • rojane
  • 15:05 19 Nîsan 2024
  • |
img
ŞIRNEX - Derbarê Suleyman Salgucak ê bi gotina “Biaxive, tu ji kû yî’ bertek nîşanî dengdayîna leşkerên veguhestî ya li Şirnexê da de lêpirsîn hate destpêkirin. 
 
Li navenda Şirnexê bi hezaran leşker û polîsên veguhestî li Dibistana Seretayî û Navîn a Tuggeneral Omer Keçecîgîl deng dan. Derbarê welatî Suleyman Salgucak ê li pêşiya dibistanê bi gotina “Biaxive, tu ji ku yî?” bertek nîşanî leşker û polîsan da de lêpirsîn hate destpêkirin. Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê derbarê Salgucak de bi îdiayên “Li dijî qanûna hilbijartinê muxalefet kiriye” û “dengdayîna hilbijêran asteng kiriye” lêpirsîn da destpêkirin. 
 
PIRSA ‘WE FERMAN GIRTÎ YE’ HATE PIRSÎN 
 
Salgucak, di çarçoveya lêpirsînê de îfade da Midûriyeta Polîsan a Bajêr. Ji Salgûcak hate pirsîn ku ji ber gotina “Biaxive, tu ji ku yî?” ferman girtiye an na. Hate zanîn ku pirsên weke “Di hilbijartinê de we dengê xwe li ku da?”, “Hûn ji aliyê kê ve bi kê re çûn Dibistana Navîn a Tûggeneral Omer Keçecîgîl?” , “We ferman girt ku li pêş welatiyên cilên sivîl li ber wan û ji bo dengdayînê hatin, got ku ‘biaxive tu ji ku yî’ an jî hûn hatin araste kirin?” û “Kesên bi we re li wir bûn û dengdayîna kesên li wir asteng dikirin kî bûn?” ji Salgûcak hatine pirsîn.  
 
‘MIN XEBER NEGOTINE Û HEQARET NEKIRÎ YE’ 
 
Salgûcak jî anî ziman ku hilbijartinên beriya niha de li Dibistana Seretayî ya Omer Keçecîgîl deng dabû lê hînbûye ku hilbijartina dawî de dengê wî veguhestine dibistaneke din. Salgucak, da zanîn ku dema hate ber dibistanê ev rewş zanî û wiha got: “Dema ez diçûm dibistana ku dengê xwe bidim, 50 mîtroyan jê ra dibistanê leşker ji otobûsan peya dibûn. Min fêm kir ku kesên sivîl ku bi yek rêzê ji bo dengdayînê hatin leşker in û deng didin. Ji ber vê yekê min pirsa ‘Biaxive, tu ji kû yî’ kir. Ji ber otobus ne bi pîleqeya Şirnexê bûn ez fikirîm ku ev leşker ji derveyî bajêr ji bo dengdayînê hatine û ji ber wê min got. Min ji kesên dengê xwe didan re xeber negotin, heqaret li wan nekirin û kevir neavête wan, tenê pirsî.”