Berdana Karataş ê 30 sal in girtî ye 6 mehan hate taloqkirin

  • rojane
  • 14:26 19 Nîsan 2024
  • |
img
WAN - Berdana Yûsûf Karataş ê 30 sal in girtî ye, bi hincetên “tev li aktîvîteyên civakî nebûye” û “derbasbûna qawişa bêaliyan qebûl nekiriye” cara duyemîn 6 mehan hate taloqkirin. 
 
Yûsûf Karataş di sala 1993’yan de li navçeya Panos a Agiriyê hate binçavkirin û girtin. Karataş ê ji aliyê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) ve cezayê hefsê yê muebedê lê hate birîn bi rêzê şandin Girtîgehên Erzirom, Wan û Êlihê. 
 
Berdana Karataş ê li Girtîgeha Êlihê tê ragirtin, ji aliyê Lijneya Çavdêrî û Îdarî ya Girtîgehê (ÎGK) ve bi hincetên “tev li aktîvîteyên civakî nebûye” û “derbasbûna qawişa bêaliyan qebûl nekiriye” cara duyemîn 6 mehan hate taloqkirin.