‘MEB bi projeyên cuda cemaet û îstîxbaratê têxe nava dibistanan’

  • rojane
  • 09:47 19 Nîsan 2024
  • |
AMED - Hevserokê Şaxa Egîtîm Senê yê Hejmara 1’an a Amedê Ekîn Farûk Ercan, anî ziman ku Wezareta Perwerdehiyê hewl dide bi projeyên cuda cemaet û îstîxbaratê têxe nava dibistanan. 
 
Rêxistina Îstîxbaratê ya Netewî (MÎT) di çarçoveya 23’yê nîsanê de bi navê “Ajanên Biçûk” pêşbirkek dabû destpêkirin. MÎT’a ku ji zarokan xwest ku têkildarî peyvên “ewlehî”, “îstîxbarat” û “sîxurê veşartî” wêneyan xêz bikin û nameyan binivîsin, aktîvîte di rûpela xwe ya fermî de parve kir. Di serî de perwerdekaran gelek beşan bertek nîşanî xebata ku MÎT’ê daye destpêkirin dan. Perwedekarên pirsîn ku agahiya Wezareta Perwerdehiyê ya Neteweyî (MEB) ku ji projeya behsa wê tê kirin heye, destnîşan kirin ku MÎT derketiye derveyî qada peywîra xwe û ev xebat li dijî psîkolojiya zarokan e û ji aliyê pedagojik ve jî rast nîne. 
 
Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Zanîst û Perwerdehiyê ya Hejmara 1’an a Amedê (Egîtîm Sen) Ekîn Farûk Ercan bi bîr xist ku MEB’ê hêj jî pirsên têkildarî projeyê tên mereqkirin nebersivandine û anî ziman ku proje ji bîrdoziya desthilatê ne serbixwe ye. 
 
Ercan, bi lêv kir ku ev proje ji tiştên ku li welat tên jiyîn ne serbixwe ne û wiha domand: “MÎT’ê ji bo zarokên di navbera 5-14 salî aktîvîtiyeke name û wêneyan ku ji formasyona pedagojik dûr li dar dixe. Elbet ev proje ji tiştên li welat dijîn ne serbixwe ye. Ev projeyên wiha hewldanên faşizan ên wekî ‘teşwîqkirina polîstiyê’ , ‘pêşxistina hestên ewlehiyê’ ye. Ji ber ku têgehên wiha teqez di pedagojiye de cih nagirin. Ev aktîvîteyên ku psîkolojiya zarokan xerab bike ne. Di demeke ku em ji vê koma temenî re qala ‘aştiyê, piştevaniyê, xwişk û biratiyê û ewlehiyê’ dikin de lidarxistina pêşbirkeke wiha ya MÎT’ê gelekî trajîk e. 
 
Ercan, bi lêv kir ku bi projeyên wiha zarok teşwîqî sîxurtiyê tên kirin û wiha lê zêde kir: “Zarok niha girêdayî teknolojiyê ne û bi lîstikên kompîturê yên ne li gorî rewşa wan a sosyo-psîkolojîk mezin dibin. Di pêvajoyeke ku bi lîstikên tundî di nav de û  mirov hevdû dikujin de Tevlibûna MÎT’ê ya bi vî awayî ya pêvajoyê ne rast e. Dema zarok bi vî awayî mezin bûn bi awayekî vekirî tê dîtin ku nifşê nû wê çi biafirîne.”
 
‘DIVÊ MALBAT BERTEKÊ NÎŞAN BIDIN’ 
 
Ercan, ê projeya “Ez ji bo hawîrdora xwe hestiyar im, xwedî li nirxên xwe derdikevim (ÇEDES)” bi bîr xist û anî ziman ku hewl tê dayîn di bin navê “perwerdeya nirxan” Diyanetê têxin nava dibistanan. Ercan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê malbat di vê mijarê de hişyar bin û bertekê nîşan bidin. Em van ji projeyên ÇEDES’ê dizanin. MEB, bi projeyên cuda cemaet û îstîxbaratê têxe nava dibistanan û hewl dide zarokan di çarçoveya bîrdoziya xwe de perwerde bike. Bi taybetî zarokên muhafazakâr weke ‘Ol nîşan didin ma dê çi bibe?’ lê dinêrin. Divê malbatên zana bertekê nîşanî vê yekê bidin.”
Ercan, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em bi salan e dibêjin ku divê ev proje bên rakirin. Em hemû dibînin û tecrube dikin ku feraseta olperestî, yekrengîkirin û arastekirina zarokan a bi fikrên nijadperest û faşîzan tiştekî nagihîne vî welatî yan jî van zarokan.”