ROJEVA 19’Ê NÎSANA 2024’AN

  • rojane
  • 09:00 19 Nîsan 2024
  • |
img
 
* Li Geverê piştî berf heliya, berfîn bişkivîn. Li quntarên çiyayên Cîlo û Reşko dîmenên rengîn çêbûne.
 
* Ji çalakgerên Nobeda Edaletê ya Wanê ku 124 roj in didome, Aslihan Tîmûr û Ayşe Alici, gotin: "Heya em agahiyekê ji birêz Ocalan bigirin, em ê bitêkoşin." 
 
* Hevserokê Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser Ferîd Etî diyar kir ku bi pêkanîna paradîgmaya Neteweya Demokratîk, pirsgirêkên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine çareserkirin û wiha got: “Çareseriya pirsgirêk û nakokiyên ku bi sedsalan li Rojhilata Navîn didomin, paradîgmaya Neteweya Demokratîk e."
 
* Hevşaredarên Bajaroka Ziyaretê Berfîn Evren û Enes Cengîz ku şaredariyê bi 36 milyon û 389 hezar û 498 lîre û 75 qurişan dewr girtin, gotin: "Em bi xwe bawer in, em ê xizmeta gelê xwe bikin." 
 
* Hevserokê Şaxa Egîtîm Senê yê Hejmara 1’an a Amedê Ekîn Farûk Ercan, anî ziman ku Wezareta Perwerdehiyê hewl dide bi projeyên cuda cemaet û îstîxbaratê têxe nava dibistanan. 
 
* Meclisa Jinan a DEM Partiyê ji bo encamên hilbijartinê binirxînê dê li navenda giştî ya partiya xwe bicive. (10.00) ZINDΠ
 
* Danişîna Halîse Aksoy a girtî dê li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê lidarxistin. (10.00-17.00) 
 
* Şaxa ÎHD’a Enqereyê dê rapora binpêkirinên li girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn aşkere bike. (13.00) 
 
* Şaxa ÎHD’a Stenbolê û Platforma Em Hemû Penaber in ji Nijadperestiyê re Na dê têkildarî gotinên cihekar ên Şaredarê Bolûyê Tanjû Ozcan ê CHP’î dê li avahiya komeleyê daxuyaniyê bidin. (13.00) 
 
* Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê ya li Enqereyê dê bidome. (15.00)