Sirri Sureya Onder di rûniştina Meclisê de aciz bû

  • rojane
  • 16:39 17 Nîsan 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureya Onder, dema rûniştina Lijneya Giştî bi rê ve dibir aciz bû. 
 
Serokwekîlê Meclisê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sirri Sureya Onder dema rûniştina Lijneya Giştî bi rê ve dibir aciz bû. Navber dan rûniştinê. 
 
Serokê Meclisê Bekîr Bozdag geşedana têkildarî Onder aşkere kir. Bozdag wiha got: “Serokwekîlê me yê Meclisê Sirri Sureya Onder vê hefteyê serokwekîlê me yê komê yê nobedar e. Lê ji ber tedawiya wî ya didome pêviya wî ya îstîrehetê çêbû. Ji ber vê yekê ez şûna wî Meclisê bi rê ve bibim. Ez ji birêz serokê me re şifayê dixwazim. Tenduristiya wî baş e. Tenê pêdiviya wî hinek bi îstîrehetê heye.”